Hejmara kesên di erdheja li Japonyayê de mirin bû 78

Hejmara kesên di erdhejên ku li parêzgeha Işikawa ya li Rojavayê Japonyayê û li Nivgirava Noto pêk hat de jiyana xwe ji dest dan bû 78.

Navenda Nûçeyan – Di 1 û 2'yê Çileyê de li peravên eyaleta İşikiava û Nivgirava Noto yên Rojavayê Japonyayê erdhejên bi pileyên di navbera 5 û 7'an de erdhej çêbûn. Li welatê ku xebatên lêgerîn û xilas kirinê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 78.  

Nêzî 3 hezar xebatkarên rizgarkirinê li Nîvgirava Notoyê li kesên di bin xirbeyan de mane digerin. Di dîmenên ku ji helîkopterê hatine kişandin derketiye holê ku gelek avahî û binesaziya wan zirar dîtiye û şewat derketiye. Rêya gihîştina bajarê Wajima ya li bakurê Noto, hat girtin.

Hikûmetê ragihand ku 57 hezar û 360 kes ji malên xwe hatine derxistin. Hejmara avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyane hîn nayê zanîn. Bi hezaran kesên ku malên xwe tehliye kirin li navendên stargehên demkî dimînin. Wezîrê Kabîneyê Yoshimasa Hayashi diyar kir ku dibe ku di rojên pêş de erdhejên dijwar çêbibin û hişyarî da raya giştî ku hişyar bin.

Piştî erdheja ku roja Duşemê saet di 16:00 de li gorî dema herêmê pêk hat, bi lerza 3.0 heta 6.1’ê bi qasî 60 erdhejên piştî erdhejê pêk hatin. Erdhej li paytext Tokyoyê jî hat hîskirin. Ji ber erdhejê li Îşikawa û Toyamayê elektrîk qut bû.