Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirin gihîşt 64'an

Hejmara kesên di erdhejên ku li parêzgeha Işikawa ya li Rojavayê Japonyayê û li Nivgirava Noto pêk hat de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 64’an

Navenda Nûçeyan-Di 1 û 2'yê Çileyê de li peravên eyaleta İşikiava û Nivgirava Noto yên Rojavayê Japonyayê erdhejên bi pileyên di navbera 5 û 7'an de erdhej çêbûn. Di erdhejan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Eyaleta İşikawa daxuyand ku di erdhejên li herêmê de heta niha 64 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Hat destnîşankirin ku di eyaleta İşikawayê de hêj jî erdhejok çêdibin û hêj jî hin kes di bin kavilan de li benda xelaskirinê ne. 

Herwiha hat zanîn ku li herêmê di belavkirina av û ceyranê de pirsgirêk hene û ji ber tebiqîna hinek rêyan di hatin û çûyînê de pirsgirêk tên jiyîn.