Hejmara karkerên jin ên di qezaya trafîkê de mirin derket 5’an

Li gelek welatên cîhanê şert û mercên zehmet ên jiyan û xebatê yên li ser karkerên demsalî tên sepandin, li navçeya Borujen a Îranê 5 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Hejmara karkerên jin ên ku di qezaya trafîkê de li navçeya Borujeh a girêdayî eyaletên Çarmehal û Bextiyarî ya Îranê jiyana xwe ji dest dan bû 5 kes.

Hat ragihandin ku di şewata ku di wesayîta ku karkerên jin tê de bûn de 2 jin jiyana xwe ji dest dan û 3 karkerên jin ên ku rewşa wan giran e jî li nexweşxaneya ku rakirine jiyana xwe ji dest dane. Tê nîqaşkirin ku hem ji ber teqîna tupê ya di wesayîtê de hem jî dereng mudaxalekirina şewatê bûye sedema mirina karkerên jin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên şaredariya Borujenê jî tîmên rizgarkirinê dereng çûn cihê şewatê. Alîkarê Walîtiya Borujenê jî derengmayînê piştrast û got, "Di warê leza mudaxalekirina piştî bûyerê de derengmayîn nayê qebûlkirin, di warê ketina nav liv û tevgerê de divê em bi biryar bin.”

Her wiha hat hînbûn ku 5 karkerên jin ên jiyana xwe ji dest dane peymana kar û sîgorteya wan tune ye. Li gorî daneyên Saziya Tiba Edlî ya Îranê di sala 2022’an de zêdetirî 28 hezar qezayên kar hatine tomarkirin.