Hejmara Ermeniyên Qerebaxê yên ji cihê xwe bûn gihişt 47 hezarî

Hejmara Ermeniyên Qerebaxê yên ku ji ber dagirkirina Qerebaxê neçar man koç bikin gihişt 47 hezarî.

Navenda Nûçeyan – Ji ber operasyona leşkerî ya li Qerebaxa Azerbaycanê koçberiya bi darê zorê ya Ermeniyan didome. Hejmara Ermeniyên Qerebaxê yên ku ji herêmê koçî Ermenîstanê kirin 40 hezar derbas kir. Ajansa nûçeyan a Rûsî RIA Novostî ragihand ku 47 hezar kes ber bi Ermenistanê ve bi rê ketin.

Konvoyên wesayîtên dirêj ava kirin

Karwanên dirêj ên wesayîtan ên li ser rêyên ku herêmê bi Ermenîstanê ve girê didin, di dîmenên satelîtê de xuya bûn. Rayedarên Azerbaycanê piştî kontrolkirina nasnameyan rê didin Ermeniyên ku dixwazin herêmê biterikînin.

Banga ji UNê

Duh Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bang li Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kiribû ku “ewlekariya bê şert û merc ji bo sivîlan dabîn bike û rê li ber alîkariyên mirovî yên ku ji bo Qerebaxê têne şandin negirin” Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî bang li aliyan kir ku rêzê li mafên mirovan bigirin.

Di teqîna li Qerebaxê de hejmara miriyan zêde dibe

Li herêma Qerebaxê ya ku piştî operasyona Azerbaycanê agirbest pêk hat, di 25’ê Îlonê de li depoya benzînê ya li nêzî rêya Xankendî-Askeranê ku di encama teqîn û şewata pêk hat de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 68’an. Hejmara 290 kes birîndar bûn û 105 kes jî winda ne.