Hejmara Ermeniyên ku ji Karabaga Çiyayî koçber bûne bû 85 hezar

Piştî operasyona Azerbaycanê hejmara Ermeniyên ku ji Karabaxa Çiyayî çûn Ermenistanê bû 85 hezar. Beriya operasyonê li herêmê nêzî 120 hezar Ermenî hebûn.

Navenda Nûçeyan- Piştî operasyona leşkerî ya li herêma Karabaxa Çiyayî ya Azerbaycanê, hejmara Ermeniyên ku koçber dibin zêde dibe. Li gorî nûçeya ajansa Rus RIA’yê; hikumeta Ermenistanê ragihandiye ku hejmar ji 84 hezar û 700'î derbas bûye. Beriya operasyonê li herêma Karabaxa Çiyayî   120 hezar Ermenî hebûn.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan, di daxuyaniya duh de Azerbaycanê bi paqijkirina nîjadî sûcdar kir û diyar kir ku dê di rojên li pêş de li Karabaxa Çiyayî qet Ermenî nemînin. Nikol Paşinyan, di daxuyaniya hefteya borî de jî diyar kiribû ku mayîna Ermeniyên li Karabaxa Çiyayî li malên xwe baştir e lê ji bo îhtimalê li gorî 40 hezar malbatan cih amade kirine.

Azerbaycanê, hefteya borî ji bo Karabaxa Çiyayî bi tevahî ji bin kontrola Ermeniyan derxe dest bi operasyonên leşkerî kiribû. Pevçûnên di navbera aliyan de, bi navbeynkariya Rûsyayê bi agirbestê bi dawî bûbûn, hêzên Ermenî yên li Karabaxa Çiyayî jî li gorî peymanê dest ji çekên xwe berdabûn.