Hejmara dawî ya kovara Jîneolojî derket

Hejmara nû ya kovara Jineoloji bi navê "Rêxistina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî" bi awayekî dîjîtal tê weşandin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara nû ya kovara zanist û teoriya jinan ya Jineolojî li ser platforma dijîtal derket. Navê vê hejmara kovarê, ji ber erdhejên wêranker ên Mereşê, Desteya Weşanê biryar da ku bi awayekî dîjîtal çap bike û navê hejmara dawî ya kovarê  ev e: "Rêxistina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî".

 Komîteya weşanê di hejmara nû de ev daxuyanî da:

“Em kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din hestên xwe yên dilsoziya bi mexdûrên erdhejê re radigihînin. Em soz didin  ku bi hev re birînên xwe derman bikin. Di van rojên ku em 8'ê Adarê li pey xwe dihêlin, tevî her tiştî em jinên ku li her qada jiyanê li ber xwe didin, bi hêvî û baweriya têkoşîna jinê ya ku ji herêmî ber bi gerdûnî ve çûye, silav dikin û em carekî din hevî dikin ku 8'ê Adarê bibe wesîleya azadiyê."

Hûn dikarin li ser https://www.jineolojidergisi.com/ xwe bigihînin  kovarê .