Hejmara Îlon-Cotmehê ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi berga "Em bi Tolhildana Şoreşgerî Sîstema Qirkirinê Bişkînin û Bi Rêbertiya Azad ber bi Şoreşa Jinê ve Bimeşin" derket.

Navenda Nûçeyan - Kovara Jinên Ciwan a Welatparêz ku du mehan carekê weşanê dike, hejmara xwe ya Îlon-Cotmehê bi sernavê "Em bi Tolhildana Şoreşgerî Sîstema Qirkirinê Bişkînin û Bi Rêbertiya Azad ber bi Şoreşa Jinê ve Bimeşin" weşand. 

Kovar bi temaya "Tolhildana Şoreşgerî" bi gelek gotar, analîz û nirxandinên li ser Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an, çalakgerên 'Tu kes Nikarî Rojê Me Tarî Bike' û her wiha derbeya 12'ê Îlonê bi xwendevanan re hat cem hev.

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi sernavê "Jidayikbûna 3’emîn" cih digire. 

Gotara bi sernavê "Dema ku jinên ciwan bi ruhê berxwedanê li dijî zîhniyeta komploger ber bi serketinê ve bimeşin e" balê dikişîne ser mîsyonên pêşeng û rêbazên têkoşînê yên jinên ciwan. 

Di beşa dosyayê ya kovarê de 'Ji şerbetê heqîqetê vexwarin' û 'Bersiva herî mezin a komployê wê bi  Jin, Jiyan, Azadî were dayîn' cih girt. Her wiha di portreya amadekirî de balê dikişîne ser rastiya jiyan û fedakariya Vejîn Jiyan.

Roşan Semsûr bi gotara xwe ya 'Tolhildana jinên ciwan dê tirs di dijmin de belav bike' mijara têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ciwan û tolhildanê radixe ber çavan.