Hejmara 95’emîn a Kovara Jin derket

Hejmara 95’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Dêrsim, Mereş, Roboskê... Cisareta we ya hevrûbûnê heye?” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 95’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Dêrsim, Mereş, Roboskê... Cisareta we ya hevrûbûnê heye?” vê hefteyê derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara nû de li ser komkujiyên Mereş, Roboskê û “Operasyona Vegerandina li Jiyanê” ya li girtîgehan sekinîn.

Nivîsên di hejmara nû de ev in:

“* Roboskê, kurtaj û weke ‘Ducaniya nayê xwestin’ pirsgirêka Kurd / Mujgan Halîs

* Gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Bajarê Şirnexê / Eda Bazencîr

* Komkujiya Mereşê ya 46 sal in hevrûbûn çênebûyî û jin / Yuksel Mutlu

* Me Komkujiya 19’ê Kanûnê ji bîr nekir û dê ji bîr nekin / Gulîzar Tuncer

* Nirxandineke li ser şanoya femînîst, lîstika jinê û felsefeya jinên demokratîk û azadîxwaz /Berfîn Emekdar.”