Hejmara 89’emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 89’emîn a Kovara Jin bi berga “Azadiya xweîfadekirinê ya di bin siya sîxûrtiya bandorê de” derket pêşberî xwendevanên xwe.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241110-20241110-690x390cc-ist-10-11-2024-jin-dergi-89-sayisi1-jpgc8df4f-image-jpg758858-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê ku heftane tê weşandin bi berga “Azadiya xweîfadekirinê ya di bin siya sîxûrtiya bandorê de” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de “Sîxûrtiya bandorê” û encamên wê tê nirxandin.
Sernavên di hejmara nû de cihgirtî ev in:
“*Em pîrebok in an nêçîr? Ev tirs ji ber çi ye? / Gulfem Karataş
*Bandora qebûlkirina qanûna sîxûriya bandorê ya li ser jinan û civakê / Hazal Sumelî
*Amûreke nû ya gefa li dijî têkoşîna civakî: Sîxûriya bandorê / Hevpeyvîna bi Dilşah Taş re / Saliha Aras
*Rewşa awarte ya domdar, qeyûm û rewatiya dînbûnê / Rûşen Seydaoglû
*Di Komkujiya Dêrsimê de jin... / Yuksel Mutlu.”