Hejmara 85’yemîn a Kovara Jin derket
Hejmara 85’yemîn a Kovara Jin bi berga “Têkoşîna zindîhiştina demara jinê: Başûr” derket pêşberî xwendevanên xwe.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/10/20241013-690x390cc-foto-jpga44828-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeva pêşberî xwendevanên xwe Hejmara 85’yemîn a vê hefteyê bi berga “Têkoşîna zindîhiştina demara jinê: Başûr”
Di hejmara nû de zehmetiyên jinan ên li Herêma başûrê Kurdistanê dijîn û têkoşîna wan hate vegotin.
Nivîsên di hejmara nû de cih girti wiha ne:
* Hilbijartinên li Başûr dê ji bo jinan bibe derbek an di rêya azadiyê de bibe qonaxek? / Feyrûz Îsmaîl
* Li başûrê Kurdistanê cihê jinê / Rojbîn Ekîn
* Em bi ziman û rêhevaltiya jinê xwe birêxistin dikin / Cemîle Turhalli
* Li Kurdistanê di bin siya şer de têkoşîna li dijî tundiya ser jinê / Adalet Kaya
* Divê elewî ji çi re bibêjin na / Yuksel Mutlu