Hejmara 82’yemîn a Kovara Jin derket

Kovara Jin di hejmara xwe ya vê hefteyê de balê dikşîne ser rola hişmendiya mêr-dewletê ya di zêdebûna tundiyê de.

Navenda Nûçeyan - Kovara Jin a ku heftane tê weşandin di hejmara xwe ya 82’yemîn de balê dikşîne ser rol û zimanê hişmendiya mêr-dewletê ya di zêdekirina tundiyê  de.

Halîde Turkoglu di nivîsa xwe ya bi navê "Rêxistinkirina jiyana azad û wekhev" de balê dikşîne ser tundiya civakî, hilberandin û belavkirina wê. Oya Açan jî di gotara xwe ya bi sernavê "Zimanê dewletê yê tundiyê û jiyana kurtbûyî" balê dikşîne ser belavkirina tundiya bi dest û mejiyê dewletê û polîtîkayên bêcezakirinê.

Sîmge Yardîm di nivîsa xwe ya bi navê “Perwerde qada ji nû ve hilberandina tundiyê” de balê dikşîne ser çawaniya parastina zarokan li hemberî tundiyê û xalên çareseriyê.

Matilda Dimovska di gotara xwe ya bi sernavê “Tundiya zayendî bi serê xwe ji holê ranabe, êdî dema çalakiyê ye” de balê dikşîne ser xetên têkoşîna li dijî tundiyê.

Sernavên di vê hejmarê de ev in:

*Ji bo jiyana azad û wekhev rêxistinbûyîn – Halîde Turkoglu

*Zimanê dewletê yê tundiyê û jiyana kurtbûyî – Oya Açan

*Weke qada ji nû ve hilberandina tundiyê: Perwerde – Sîmge Yardim

*Tundiya li ser bingeha zayendî wê bi serê xwe ji holê ranebe, niha dema çalakiyê ye – Matîlda Dîmovska