Hejmara 8'an Kovara Jin derket
Hejmara 8'an Kovara Jin bi dosyaya “Polîtîkaya edaleta mêr bêceza ye” derket. Di hejmara nû de ser mirina bi guman a jinên koçber bal hat kişandin.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her hefte li ser înternetê derdikeve, hejmara 8’an bi xwendevanan re hat cem hev. Di vê hejmara ku bi sernavê “Polîtîkaya edaleta mêr bêceza ye” hat weşandin, Ezgî Sîla Demîr di nivîsa xwe ya bi sernavê “Şêweyên tundiya li dijî jinên penaber û koçber, îxlalkirina mafên jinên penaber, zêde bûna hejmara mirinên bi guman ên li Tirkiyeyê tên jiyîn.” vegot
Li aliyê din Esma Kaya Ceylan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji Pîpa heta Dînayê bêedaletî dewam dike" de, balê dikişîne ji bo jinên ji welatên biyanî ji ber sedemên tûrîzm, perwerdehî û şer tên welat çiqas ewle ye. Oya Açan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Di 1’ê Gulanê de Jin” de balê dikişîne mûçeyên kêm, pirsgirêkên jiyanê, şert û mercên nemirovî yên kar û jiyanê herî zêde bandorê li ‘bindestê bindestan’ dike, lê belê dînamîzma tevgera jinan a cîhanê ya bênavber berdevam dike. Aşitî û azadiyê li dijî cîhana mêtinkarî û koletiyê,.
Di kovarê de nîvîsên “Azadî û Siyaseta Demokratîk” a Şeyda Arslantaş, di çand, ziman, nasname, civakbûnê de israra Salîha Ayata, “Di hilbijartinê de jin çi bikin?” ya Yuksel Mutlu, “Hişyariya hesabpirsînê” ya Martha Laraba Sambe; Gotarên wî yên bi sernavê “30 sal 16 roj çalakî” cîh digre ne.
Jimara 8. a Kovara Jin ji malpera jindergi.com re dikare were dîtin.