Hejmara 60’an a Kovara Jin derket
Hejmara 60’an ya Kovara Jin bi berga ‘Şer, kedxwarî û mafê zarokan yê tune tê hesibadin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/04/20240421-20240421-jin-dergi-60-sayi-webpca0b89-image-jpgc3c98f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, vê hefteyê hejmara 60’an a Kovara Jin bi berga ‘Şer, kedxwarî û mafê zarokan yê tune tê hesibandin’ derket. Di vê hejmara kovarê de balê dikêşe ser binpêkirina mafê zarokan bi rêya her cûrê tundî û êrişên zayendî ku bi perwerdeyê dide avakirin û dibe parçeyek bingehîn ya şer û kedxwariyê.
Sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ye:
Zarokên ku cejna wan nîne û 23 nîsan/ Yasemîn Soydan
Zeviyê Xecxecokan zarok/ Oya Açan
Ji bo wekheviya civakî ya zarokan hê zêdetir têkoşîn/ Salîha Zorlu
Ji nêzde li MESEM’an temaşe bikin…/Ezgî Koman
Avêtina tovên xirabiyê/Kesîra Demîr
Ji bo zarokan cîhanek hê baştir/Çigdem Ertak