Hejmara 46 a Kovara Jin derket
Hejmara 46 a Kovara Jin bi sernavê ‘Di rêveberiyên xwecihî de ceribandinên jinên Kurd’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan- Hejmara 46 a Kovara Jin ku her hefte carekê tê weşandin derket pêşberî xwendevanên xwe. Divê hejmara kovarê de bal kişand ser sîstema hevserokatiyê ku di rêveberiyên xwecihî de modela jina bi hêz û azad di cîhanê de yekem e. Ceribandinên jinan di siyaseta Kurdan de û êrîşên derbarê van ceribandinan de girt dest.
Yurdusev Ozsokmenler bi nivîsa xwe a bi sernavê ‘Dilê hilbijartinê di têkoşîna jinên Kurd de ye’ bi taybet bal kişand ser şaredariyan sîstema hevserokatiyê, serkeftina jina azad di înşakirina rêveberiyên xwe cihî de. Yusra Batihan di roportaja dayî de behsa ceribandina hevseroka berê ya şaredariya Derya sipî Yuksel Mutlu di qada şaredariyan de kir.
Ji hiqûqê heta îstihdama jinan
Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Ji bo wan mirin nîne!’ bal kişand ser têkoşîna jinan a li cihên cûda ên cîhanê di dozên wiha de pêşengtî kirine û mohra xwe lê dane. Semiha Ari jî bi nivîsa bi sernavê ‘Weke polîtakayek a sistematik, îstihdama jinan dûemkirin’ îstihdama jinan a hatiye tengkirin wê çawa bi awayek plan û bername be, jin di jiyana kar de xistine plana herî dawî û hepskiriye li qadê diyar barê giran ê kar û keda wê tê xwarin girte dest.
Zelal Bilgin di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Koçberê xaka xwe’ bal kişand ser komkujiya Roboskî ku piranî zarok 34 mirovên hatin qetilkirin û di mejiyê Kurdan de qada têkoşînê nayê ji birkirin.
Sevcan Kadiroglu di nivîsa xwe bi sernavê ‘Hevserokatî û temsilyeta wekhev’ bal kişand ser şaredariyên jinan.