Hejmara 36. a Kovara Jin hat weşandin

Hejmara 36. a Kovara Jin a heftane bi berga “Em Wezareta Jinê dixwazin!” hat weşandin.

Navenda Nûçeyan –  Hejmara 36. a Kovara Jin ku her hefte bi xwendevanên xwe re dicive, derket. Hejmara nû aku bi berga "Em Wezareta Jinê dixwazin" derket, gotara Wekîla HEDEP'ê Halîde Turkoglu ya bi navê "Têkoşîna Jin û Wezareta Jinê" cih girt.

Halîde Turkoglu, diyar kir ku têkoşîna jinan û siyaseta ji bo avakirina Wezareta Jinê dê bidome û got: “Ji ber ku bi Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî ya niha ya vê hikûmetê re roj bi roj mêtingerî, tundî, tacîz, destdirêjî û cudakarî bi sazîbûnê ve diçe.”

Gotarên din ên di kovarê de ev in:

*Leyla Xalid: Yekîtî ji bo gelê di bin dagirkeriyê de çek e/ Capire

*Tevgera Komarê û Femînîst – 1/Hûlya Osmanagaoglu

* Jiyana me yê “asayî” û ne mirinên asayî/Oya Açan