Hejmara 32’emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 32’emîn a Kovara Jin bi rûpela pêş ya “Ên ku çav berdidin mafên jinan nikarin qanûna bingehîn çêbikin” derket.

Navenda Nûçeyan - Hejmara 32. a Kovara Jin ku her hefte derdikeve, bi xwendevanan re hat cem hev. Di rûpela pêş a hejmara nû ya kovarê "Yên ku çav berdidin mafên jinan nikarin qanûna bingehîn çêbikin" nîqaşên li ser qanûna nû ya ku hikûmetê derxistiye pêş û jin li dijî wê derketin û gotin ku wê "nehevsengiyê kûrtir bike" derket pêş.
Sernavên hejmara nû wiha ne:
* Qanûna bingehîn a nû dîzayna rejîma Talîbanê ye / Hevpeyvîn bi Wekîla Partiya Çep a Keskan Adalet Kaya – Neslî Şahîner
* Westandin nîne, berxwedan heye! / Oya Açan
* Avakirina kirdeyek polîtîk ya femînîst tê çi wateyê? / Carmen Díaz - Werger
* Hêvî / Ayşe Çelîk