Hejmara 31’emîn ya Kovara Jin Nagîhan Akarsel bibîranî

Kovara jin di hejmara xwe ya dawî de cîh da gotara endama Navenda Lîkolînên ya Jineolojiyê, nîvîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 31’emîn Kovara Jin a her hefte tê weşandin derket. Kovar di hejmara xwe ya dawî de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmanî (Silêmaniyê) hat qetilkirin, bi bîr anî. Gotara Nagihan Akarsel a bi sernavê "Helwesta hebûnê ya bi rûmet: Berxwedan" di qapaxê de cih girt.

Di kovarê de hevpeyvîna Matt Broomfield ya bi damezrînerê Arşîvên Jiyan Raz Xaidan re, çîroka arşîvkirina Raz Xaidan, malzemeyên dîrokî yên jinên Kurd û jinên ji çar aliyê cîhanê hatine berhevkirin, daxuyaniyên mirinê û hevpeyvînên bi jinên li Kurdistanê re hatine girtin. Her wiha di hejmara dawî de gotara Sarwa Azeez a ku nirxandina berhema Çiro Zend a bi navê “Bîranînên keça lehengekî kurd” nivîsîbû ket weşanê.

Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:

 *Helwesta hebûnê ya bi rûmet: Berxwedan / Nagîhan Akarsel

 * Bîranîn berxwedan e: Arşîvên Jiyan û Raz Xaidan / Matt Broomfield – Werger

 *Lêkolîna berhema Çiro Zend “Bîranînên keça lehengekî kurd” / Serwa Azeez – Werger

 * Dîsa li derveyî malbatê jiyan heye / Hûlya Osmanagaoglu