Hêjmara 29’an a Kovara Jin derket

Hêjmara 29’an a Kovara Jin bi bergê “Gotinên jinên berxwedêr di ‘Jin Jiyan Azadî’ tên gel hev” derket.

Navenda Nûçeyan - Hêjmara 29’an Kovara Jin ku her roja Yekşemê tê weşandin, bi bergê “Gotinên jinên berxwedêr di ‘Jin Jiyan Azadî’ tên gel hev” bi xwendevanan re hat ba hev. Di hêjmara vê hefteyê ya kovarê de, nivîsa Desteya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê ya bi sernavê “Sala 1’emîn a tevgera ‘Jin Jiyan Azadî'” balê dikişîne ser şoreşa ku li Rojhilat rabûye û bingeha xwe ji “Jin Jiyan Azadî” digire û di wergera gotara Rojîn Mukriyan a bi sernavê “Bandora gerdûnî ya Jin Jiyan Azadî” de, goşeya cîhanî û femînîst a “Jin Jiyan Azadî” hate destgirtin.

Di nivîsa Yuksel Mutlu ya bi navê “Jin di 12’ê Îlonê de” zehmetî û têkoşîna jinan a 12’ê Îlonê vedibêje, Esma Kaya Ceylan jî di gotara “Jinên li edaleta xwe digerin; Ji Reyhanehê heta Nevînê” bal hat kişandin ser sîstema xweparastinê û edaletê ya jinan li dijî edaleta mêr hatiye avakirin.

Hemû sernavên hêjmara nû wiha ne:

*Sala 1’emîn a tevgera “Jin Jiyan Azadî” / Desteya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê

*Bandora gerdûnî ya “Jin Jiyan Azadî” / Rojîn Mukriyan

*Di 12’ê Îlonê de jin / Yuksel Mutlu

*Jinên li edaleta xwe digerin; Ji Reyhanehê heta Nevînê / Esma Kaya Ceylan