Hêjmara 14’an a Kovara Jinê derket

Kovara Web ya Jinê bi hêjmara xwe ya 14’an bi sernavê ‘Em ê kolanan ji mêtingeran re nehêlin’ gihîşt xwendavên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 14'an a Kovara Jinê ya heftane ya webê ku her Yekşem tê weşandin hêjmara nû bi sernavê ‘Em kolanan ji jinan re nahêlin’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di hejmara nû ya kovarê de Aylîn Karakaş di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Ne sedsala nû, şoreşa jinê’ de, şoreşa jinê, tundîtûjiya beramebrî jinê, ne wekheviya zayendî, zewaca temenê biçûk, bê ewlehî xebitin, perwerdeya zimanê dayikê, xizaniyê jinê û pirsgirêkên weke tecrîdê û di zemînê zagonê de xwedî hêza çareseriyê ye û ger bi têkoşîna li kolana tê meşandin bigihe hev wê bi serbikeve girt dest.

Rojda Yildiz jî  bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Di avê de welidîn’ balê dikişîne ser wê yekê ku di dîrokê de tu têkoşîna civakî û amûrên wê hêsan nebûne. Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Heke hûn bêhêvî man vê girseyê bînin bîra xwe!’ balê dikişîne ser berxwedana jinan a li Geziyê. 

Yuksel Mutlu jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Zarok’ di desthilata AKP ya 21 salan de ji ber polîtakayên desthilatê ên dinî li cihê ku zarokê bi parêze dike hedef, di kovarê de cih digire.  Munevver Berk, bi sernavê ‘Di sedsala nû de koletî hedef e’ balê dikişîne ser jiyana nûjen û adetên ku jiyanê teng dikin.

Hun dikarin li ser adresa jindergi.com xwe bigihînin hêjmara nû.