Hêja Zeryan: Diruşma têkoşîna gerdûnî ‘Jin Jiyan Azadî’
Endama Akademiya Jineolojî Hêja Zeryan anî ziman ku jin Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi berxwedanê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin û got ku taybetmendiya têkoşîna sedsala 21’emîn Diruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ diyar dike.
BERÎTAN ZINAR
Navenda Nûçeyan – Di pêvajoya ku bi rêbazên şerê taybet polîtîkayên qirkirina jinan tê meşandin, li her aliyê cîhanê jin li dijî netew dewletan di nav berxwedanê de ne. Jinên ku li hemberî çanda tecawizê ya tê xwestin bê avakirin bi têkoşînek gerdûnî bersiv bidin, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêberê Gelê Kurd mîna formulekî efsûnî destnîşan kir weke Diruşma xwe ya azadiyê diyar kirin.
Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî Endama Akademiya Jineolojî Hêja Zeryan re me li ser mijarên ku jin 8’ê Adarê çawa pêşwazî dikin, têkoşîna wan a hevpar û dê çawa li hemberî pergala baviksalar bibin bersiv guftugo kir.
Weke jin bi pêşwazîkirina 8’ê Adara 2023’an me salek tijî bi têkoşîn li pey xwe hişt. Jinên cîhanê di pêvajoyek çawa de 8’ê Adarê pêşwazî dikin?
Li seranserî cîhanê destkeftinên ku bi têkoşîna xwe ya domdar û demdirêj bidest xistin hene. Di demên dawiyê de êrişên netew dewletan di asta kurevî de li dijî van destkeftiyan zêde bû. Bi taybetî yek bi yek ji zagonan ev destkeftî hatin derxistin. Me dît ku demên dawiyê de li Polonya, Îtalya heyanî DYE ku bi çavekî mayinde li destkeftiyan jinan dihat mêyzekirin mijara kurtajê bû mijara nîqaşê. Me dît ku li Tirkiyê Peymana Stenbolê hat betalkirin. Li Tunisê di sala 2011’an de rabûna civakê ya wek Bihara Ereban hat pênasekirin û bi pêşengiya jinan pêk hat û bi vê re vebûnên demokratik hatibûn xwestin. Ev belavî seranserî Rojhilata Navîn bû. Li Afganistanê dinêrin têkoşîna jinan a li dijî pergalê di astekê girîng de bû. DYE Afganîstanê radestî Talîbanê kir. Li Rojhilata Navîn ji Tirkiyê heyanî Misrê li welatên cûda di asta faşîzmê de pergalekê ku ji netewdewletan re, ji rejîmên dîktator re hatiye radestkirin hene. DEma em li ser vê bingehê digrin dest rojeva ku destpêkê li jinan bide ango pêla faşîzmê ya pir mezin li dijî jinan heye.
Li gel pêla faşîzmê rêxistinbûnekê ku di sala 1970’an de destpê kir û hewl dide femînizmê bikşîne zemînên dewletê û bi wê awayê bêbandorkirin mijara gotinê ye. Ev jî bi destê NY bi saziyên civaka sîvîl û hîn saziyên jinan bipêş dikeve. Ji aliyekê ve xwe ji Peymana Stenbolê dikşînin, dîsa Talîbanê der barê jinan de çi hebe qedexe dike. Bi êrişên DAIŞ’ê yên li ser Rojhilata Navîn re, em dibînin ku zihniyeta dixwaze jin bê girtin, bên cariyekirin, li bazaran tên firotin di asta gerdûnî de bê serwerkirin.
Li ser jinan êrişên pergalê û faşîzmê
Li Tirkiyê zarokek 6 salî ji aliyê bavê xwe yê tarîxatçî dîsa bi mêrekî din a endamê cemaatê re hat zewicandin. Desthilat hewl da vê rewşê fermî bike. Ferasetek bi vê rengê heye. Feraseta DAIŞ’ê feraseta cemaatê û ya netew-dewletê bi şêweyê feraseta çetegerî heya ku ji dest tê polîtîkayên dijminatiya jinan kûr dike. Tu cudahiya van ferasetan ji hev nîn e.
Di serî de Kurdistan li gelek welatên cîhanê têkoşîna azadiya jinê ya ku bipêş dikeve û lêgerînên wê, dîsa bi qasî ku şoreşên bi pêşengiya jinan bipêş dikeve pêla faşîzmê jî kurtir dibe. Her çiqas hedefa yekemîn a faşîzmê destkeftiyên jinan be jî tevahî destkeftiyên civakê tê hedefgirtin. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a plana metîngerî û dagirkeriya emperyalîst li seranserî tevahî Rojhilata Navîn di meriyetê de ye. Ji komploya navnetewî ya Rêber Apo radestî Tirkiyê hat kirin heyanî mudaxaleyên li ser Iraqê yên di destpêka salên 2000’î û paşê Afganistanê û herî dawî jî ji aliyê DYE ve Afganistanê radestî Talîbanê kirin pêşketinên ku di vê çarçoveyê de hatine jiyîn e.
Tê xwestin ku ji nû ve şêwe bidin pergalên welatan û civakan. Êrişek pergalê ya tê xwestin feraseta azadiya lîberal, her cure kuştin û xwekuştin li ser jinê bê pêşxistin, li ser ked û bedena jinê êrişên ku bi kurbûnê dom dike û tê xwestin metabûna jinê heya dawî bê ji rêzêkirin mijara gotinê ye. Li erdnigariyan şêweyên vê cûda ne. Dema ku meylên li welatên cîhanê tê mêyzekirin rêhendekî ku hevdû temam dike heye. Ango polîtîkayên lîberal, polîtîkayên pergala dewletê, bi awayekê pir alî him ruyê xwe yê nerm him jî yê hişk nîşan dide. Vê pêvajoyê bi vê rengê nirxandin gengaz e.
Li hemberî krîzên perlagê yên we qal kir divê ji eniya jinan ve têkoşînek çawa bê pêşxistin? Dîsa girêdayî vê di warê jinan de girîngiya têkoşîna hevpar çi ye?
Li hemberî van êrişên pergalê rastiya jin a ku hişyar dibe heye. Li erdnigariyên cûda yên cîhanê di nav tevgerên femînîst ên derveyî pergalê de lêgerînên jinan hene ku xwe ji nû de birêxistin bikin, li ser vê bingehê rojevekî ku jin bi heman daxwazê bigihin hev bê avakirin heye. Bê guman li qadên mîna Kurdistan û Afganistan, Îranê ku metîngerî heya dawî tê kûrkirin lêgerînên xwe îfadekirina berxwedan û têkoşînê bihêz e.
Dema em ji aliyê Têkoşîna Azadiya Jinê û Têkoşîna Azadiya Kurdisyanê ve em dest digrin li dijî qadên ku li derveyî pergalê xwe birêxistin dike êrişên pir kûr hene. Herî dawî berxwedana tunelan, qetilkirinên bi çekên kîmyewî dîsa dema ku em li erdhej û encamên wê dinêrin, dibînin ku hemu civak jê bandor bû. Lê ji aliyê din ve jî li hemberî qadên ku him nirxên civakî him jî nirxên jinan û nirxên çandî diparêzin êrişên mezin hene. Li hemberî vê lêgerîna azadiya jinê û têkoşîna wê jî pir mezin e.
Konferansa Bakûrê Efrîqayê û Rojhilata Navîn li Lubnanê hat lidarxistin. Piştî konferansê biryara rêxistinbûna cewherî, bi hevre tevgerandin û pirsgirêkan bi hev re çareserkirin, hevdû naskirin û ji azmunên xwe yên têkoşînê sûdê girtin, li hemberî êrişên feraseta mêr bi hev re hê bihêztir têkoşînkirin derket holê.
‘Ala reş a DAIŞ’ê ruyê rast ê dewletê temsîl dike’
Him têkoşîna Kurdistanê him jî Şoreşa Rojava, têkoşîna gerîla, civaka rêxistinkirî pêş dikeve û li hemberî êrişên qirkirinê yên li dijî têkoşîna jinan rêxistinbûn bipêş dikeve têkoşîn kûrtir dibe. Li heberî vê êriş jî digihe astekê cûda. Em dibînin ku têkoşîna jinê bi nirxên civakê yên ku di nav de ye bihêz dibe, li hemberî paşverûtiya civakî, zagonên ku diperesin mêr têdikoşin. Ger em li sepanên DAIŞ’ê binêrin em dikarin rûyê reş ê pergala mêr bibînin. Tiştê ku li ser ala reş a DAIŞ’ê tê temsîlkirin ruyê rast ê dewletê ye ku dixwaze jinan û nirxên civakî di nav tarîtiyê de bin ax bike. Ya ku vê polîtîkaya dewletê têk bir Şoreşa Rojava bû.
Em dibînin ku diruşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilat deng vedide bi hemu leza xwe belavî hemu jinên Îranê, gelan û welatên din û Rojhilata Navîn dibe. Jinan vê diruşmeyê mîna diruşmeya xwe dîtin. Carek din hat dîtin ku êrişên li dijî jinan yek in, bi heman feraset û armancê tên meşandin û pêdiviya têkoşîna hevpar a li dijî van êrişan di nav salê de derket holê. Konferansên ku li ser vê bingehê hatin lidarxistin bi armanca avakirina torên hevpar ên têkoşîna jinan bû. Di asta heremî û netewî de jin çiqas bi hev re têbikoşin, êrişên pergala baviksalarî dê ewqas têk biçin.
Di dawiya sala 2022’yan de li Berlînê konferansek hat lidarxistin. Ji zêdetirî 40 welatan zêdetirî 800 jin beşdarî konferansê bûn. Di vê konferansê de ji bo avakirina torên hevpar ên têkoşîna jinan peyamên girîng hat dayîn. Di konferansê de ji bo avakirina têkoşînek hevpar gavek çawa hat avêtin?
Konferans mezin û berfireh bû. Jinên ji çand û welatên cûda hatin gel hev û ceribandinên xwe bi hev re parvekirin. Jin bi hev re li dijî pirsgirêkan çareseriyan geriyan. Li ser mijara ku dê dewlemendiya hatiye avakirin çawa veguhezînin pêşerojê nîqaş hatin meşandin. Diruşmeya Jin, Jiyan Azadî ji aliyê zêdetirî 800 jinan ve bi dengekî bilind hat berzkirin. Konferans piştî di meha Cotmehê de qetilkirina rêhevala me Nagîhan Akarsel hat lidarxistin. Ev jî girîng bû. Jinên cîhanê Jineolojiyê mîna zanista xwe ya jiyan û hebûnê dibînin. Bi şermezarkirina vê komkujiyê li derdora Diruşma Jin, Jiyan, Azadî ya li Îranê deng veda kom dibin û têkoşînê mezin dikin. Ji 40 welatan jin kom bûn û em dizanin ku li van 40 welatan êrişên faşîzmê yên bi çi rengê hene. Ji Amerîkaya Latîn, Rojhilata Navîni Kurdistan û heremên cûda hatina gel hev a jinan û pirsgirêkên xwe bi hev re nîqaşkirina wan girîng e. Hat tespîtkirin ku li hemberî êrişên ferastea mêr serweriyê bersivdayîn, tenê bi rêxistinbûna hevpar gengaz e. Ger li cihekî cîhanê êrişek li dijî jinek hebe û êrişên civakî, dagirkerî tê nîqaşkirin girîng e ku hemu jin vê yekê hîs bikin û viya wek êrişek li hemberî xwe bibînin.
Diruşma Jin Jiyan Azadî rihê serhildana Rojhilat ava dike û ya rast her çiqas a bi serhildanê re hat ser ziman Diruşmeyek be jî ev yek felsefeya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hûn dikarin vê formula efsûnî û felseveyê hinek vekin? Jin Jiyan Azadî penaseya çi dike di warê jiyanî de? Ev felsefe çawa veguherî Diruşma azadiyê ya gelan?
Rojhilata Navîn navenda ku birdoziya zayendparêz derket holê ye. Kurdistan jî qada ku herî zêde ev êriş lê kûr bû ye. Li vê erdnigariyê nirxên civaka neolîtîk, bê metîngerî, bê çînayetî ya li derdora jinê dihat hûnandin çavkaniya şaristaniyek dikir lê ji aliyê pergala şaristaniya dewletê ve rastî êrişê hat. Li ser vê bingehê em dibînin ku serweriya di serî de li ser jinê hat avakirin belavî civakê bû û di şexsê dewletan de ev veguherî pergala dewletê ya li seranserî cîhanê tê sepandin. Dema em bi vê awayê digrin dest, li hemberî dewlet û deshilatê ku bi birdoziya zayendparêz bipêş ketiye, rastî rastiya civakî tên ku bi hezaran salan e civakbûn, çand û nirxên azadiya jinê diparêze. Rêbertî viya wek rihê şaristaniya demokratîk nirxand. Ji aliyekî ve pergal û rihê şaristaniya dewletê, ji aliyekî ve rihê şaristaniya demokratîk. Di vê wateyê de nirxên civak û jina berxwedêr rastiyek wisa ye ku di pêvajoyên cûda de bi şêweyên cûda xwe meşandiye. Mijara ku bi formula Jin, Jiyan, Azadî Rêbertî herî zêde dahurandina wê kir pirsgirêka azadiya jin e. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkên civakî girêdayî vê ye. Ango pirsgirêka azadiya mêr jî girêdayî çareseriya vê pirsgirêkê ye. Ji bo mêrê ku di nav pergala dewletê de wiha dixuye ku para serwerî û desthilatê jê re hatiye dayîn, heya dawiyê rastiya ferkirina metîngeriyê mijara gotinê ye. Dema em bi vê awayê bidest digrin ev dahurandinên Rêbertî bi paradîgmaya nû çareseriyek girt.
‘Rêber Apo tezekî nû ya dîrokî bipêş xist’
Rêber Apo tezekî nû ya dîrokî bipêş xist. Bi rexnekirina Marksîzmê, pêşketina dîrokê bi têkoşîna çînan negirt dest û nebesiya pespektîfa têkoşînê ya li ser dîktatoriya proleterya tê penasekirin derxist holê. Di cewherê xwe de destnîşan kir ku çavkaniya pirsgirêka civakî, nakokiyên di navbera zayendan de ye. û viya wek yekemîn şikestina mezin a zayendî, duyemîn şikestina mezin a zayendî û sêyemîn şikestina mezin a zayendî penase kir. Ya yekemîn yekemîn êrişên xwedayan a li hemberî xwedawendan e, ya duyemîn bi olên yekxwedayî re pêvajoya ku bi fermanên olî jin tê girtin, tê sînordarkirin an jî tê lanetkirin penase dike. Ya rast heya roja îro bi şêweyên cûda bi feraseta DAIŞ’ê, bi feraseta faşîst a dewleta Trik û di wateya giştî de viya wek teyisandina feraseta olperesti tecawizger a pergalê dikare bigre dest. Dema em bi vê awayê digrin dest navenda herdû şikestinên mezin ên zayendî Rojhilata Navîn e û qada ku herî zêde bandor kiriye jî Kurdistan e.
Diruşma sêyemîn şikestina mezin a zayendî: Jin, Jiyan, Azadî
Sêyemîn şikestina mezin a zayendî jî Rêbertî wek pêvajoya ku dê di çarçoveya têkoşîna azadiya jinê de bê meşandin penase kir. Û diruşma sêyemîn şikestina mezin a zayendî Jin, Jiyan, Azadî ye. Ango pêvajoya ku têkiliya jin û jiyanê jin û azadiyê, jin û civakê tê avakirin. Li holê ye ku paradîgmaya mêr serwerî li ser civakan, gelan, jin û ekolojiyê hilweşînek mezin pêk tîne û li hemberî vê pêdivî bi paradîgmayek nû heye. Ya ku nirxên civakî û demokratîk sentez kir û formule kir Rêber Apo ye. Rehenda vê ya herî girîng jî tespîta wê ya li ser dîrokê ye. Ango gotina wî ya ‘Sedsana 21’emîn sedsala azadiya jin e’ ye.
Diruşma Jin, Jiyan, Azadî cewhera paradîgmaya azadiya jin, civakî û ekolojîk e. Mînaka vê ya herî şênber li qadên şoreşa Rojava tê jiyankirin. Rêbertî li Rojava 20 salan ma û bi kedekî taybet encamên ku gihîştiye kiriye malê civakê. Ev jî cewhera Şoreşa Jinê ya Rojava ava dike.
Konfederalîzma cîhanî ya jinan a demokratîk
Rastiya ku dê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinê di rastiyê de ev pêvajo penase dike ku sedsala azadiyên civakî û girêdayî vê nirxên civakî xwe birêxistin bikin, îfade bikin, xwe bixin bin ewlehiyê û mîna şoreşa li Kurdistanê dikare pêvajoyên şoreşê ava bike. Şoreşa jinê vê heqîqetê destnîşan dike. Ji lewra Jineolojî mîna zanista şoreşa jinê derdikeve holê. Rêbertî di paraznameya xwe ya Sosyolojiya Azadî de penaseya Jineolojî dike. Di hêla bûyîna zanista şoreşa jinê û her wiha fêmkirina azadiyên civakî de cihekî girîng a Jineolojî heye.
Bi yekbûna têkoşîna çandî, çînî, netewî ya jin li dijî pergalên zayendparêz, feraset û avahiya wî ya civakî didin, diruşma Jin, Jiyan, Azadî kirina diruşma şoreşa jinê ya sedsala 21’emîn, xwedî lê derketin, jiyanî kirin bi têkoşînek radîkal re gengaz e. Di tora konfederal a demokratîk de li derdora vê felsefeyê bingehê ku jin xwe birêxsitin bikin heye. Em dibînin ku ev heqîqeta derketiye holê gihîştiye ziman, penase û hêzekî û ev wê bihêzbûnê bipêş bikeve. Em dikarin bêjin ku ronîbûn, rêxistinbû, îradebûn û asta azadiyê ya li derdora jinê bipêş bikeve, bingeh û cewherê konfederalîzma cîhanî ya jinan a demokratîk û konfederasyona gelan a demokratîk e.
Herî dawiyê tiştekî ku hûn ji bo 8’ê Adara vê salê bêjin heye?
Ji ber ku ev sal 8’ê Adarê dê salên din jî diyar bike. Wek jin em li kîjan qadê bin bila be, ji pêvajoyê re bûyîna bersiv girîng e. Li ser vê bingehê lezdayîna rêxistinbûnên hevpar û bi hev re birêxistinkirin û mezinkirina qadên berxwedanê yê li dijî pergalê û mayindekirina vê girîng e. Em dikarin bêjin ku vîna hevpar bingehê azadbûnê ye jî. Ez di şexsê Nagîhan Akarsel, rêheval Evîn Goyî, Jîna Emîni û jinên di sala 1857’an de hatin şewitandin de hemu jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dan bibîr tînim. 8’ê Adarê li jinên berxweder ên cîhanê pîroz be. Hêvî dikim ku bibe wesîleya azadî û berxwedana mezin.