Hefteya 646’an: Mehmet Guler li kudere ye?
Xizmên Windayan, vê heftê pirsa aqûbeta Mehmet Guler a ku sala 1997’an, hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.
Amed - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi duruşmeya “Winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 646’emîn bi rêya onlînê lidar xistin. Çalaki vê carê li Farqînê aqûbeta Mehmet Guler ê di 1’ê Kanûna 1997’an de, li navçeya Farqînê ya Amedê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
Çîroka Mehmet Guler, Endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Yûsûf Erdogan vegot.
Mehmet Guler ê 24 salî li navçeya Farqînê ya Amedê dijiya, zewicîbû û bavê 3 zarokên bû. Di şîrketa kargoyê de dixebitî û bi vî awayî debara xwe dikir. Gulera ku rojek piştî jimartina nifûsê di 1’ê Kanûna 1997’an de, diçe şîrket kargoyê ya lê dixebitî, di dawiya rojê de venagere malê. Dayika Guler Şefîka Guler, li ser vê yekê diçe şîrketa kargoyê pirsa kurê xwe dike. Hat hîn bûyîn ku Mehmet Guler û xebatkarê kargoyê Murat Guneş bi hevre bi wesayîta kargoyê çûne Êlihê, wekî tê gotim li wê derê rastî nasekê hatiye û paşve venegeriya ye. Li gorî vegotinên Şefîka Guler: midûr û xebatkar wekî alîgirên Hîzbullah dihatin zanîn. Dayik Şefîka Guler, di hizirê ku Ji ber vê yekê kurê wê Mehmet Guler bi alîkariya van her du Mûratan, ji aliyê Rêxistina Hizbullahê ve hatiye revandin.
Agahî nehat girtin
Dayik Şefîka Guler li ser vê yekê serî li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê dide û li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê her du Mûratan de gilî kir.Di operasyonên mehên Nîsan û Gulanê yên sala 1999’an de, yên li dijî Hizbûllahê gelek kes hatin girtin. Wê demê Mûrat Sutşurup û Mûrat Guneş jî bi îdîaya ‘endamtiya Hizbûllahê’ hatibûn girtin. Lê hina jî derbarê aqûbeta Mehmet Guler de tu agahiyek tuneye.