HEDEP'ê ji bo Peymana Stenbolê banga lezgîn li komîsyonê kir

HEDEP'ê ji bo ji nû ve nîqaşkirina îmzekirina Peymana Stenbolê ya hat betalkirin, ji bo civînê bang li komîsyona karên derve ya mecilsa Tirkiyeyê kir.

Navenda Nûçeyan- Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ji bo bi lezgînî ji nû ve îmzekirina Peymana Stenbolê, ji bo civînê bang li komîsyona karên derve ya meclisê kir.

Di daxwaznameya ku ji bo hevdîtinê hat amadekirin de, hat bibîrxistin ku qanûna têkildarî erêkirina Peymana Stenbolê piştî ku di komîsyona karên derve ya meclisê de hat nîqaşkirin hat qebûlkirin û Tirkiye yekemîn welat e ku Peymana Stenbolê îmze kiriye.

Di daxwaznameya ku hat diyarkirin bi biryarnameya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nîvê şevê vekişîna ji peymanê li dijî destûra bingehîn e, hat bibîrxistin ku li gorî xala 87’emîn a Destûra Bingehîn rayeya erêkirina peymanên navneteweyî di meclisa Tirkiyeyê de ye. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku Peymana Stenbolê peymaneke mafên mirovan e û hat diyarkirin ku li gorî xala 104'an a Destûra Bingehîn der barê mafên bingehîn û mafên şexsî de biryarnameya serokomariyê nayê derxistin. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Peyman encax dikare bi îradeya meclisê ku rayeya qanûnî di nava xwe de dihewîne, bê betalkirin."

'Îmzekirina wê ya bi lezgînî pêwistiyek e’

Di daxwaznameyê de hat gotin ku "Biryara Serokomariyê ya bi hejmara 3718’an a der barê betalkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê komara Tirkiyeyê ve ji ber ku biryarnameya Serokomariyê ya bi hejmara 9’an a ku bingeha vê biryarê ye bi xwe li dijî qanûnê ye, li dijî qanûnê ye” û hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan û cînayetên jinan her ku diçe zêde dibin. Di daxwaznameyê de xîtabî komîsyona karên derve ya meclisê hat kirin û wiha hat gotin: “Dema pêşkêşî komîsyona we hat kirin; tê pêşbînîkirin ku der barê pêkanîna peymanê de raporek ji GREVIO’yê re were şandin û serdanên GREVIO’yê werin qebûlkirin.

Parlamenterên HEDEP'ê, daxwaz kirin ku komîsyona karên derve ya meclisê ji bo nîqaşkirin û ji nû ve îmzekirina peyamane, careke din li hev bicive.

https://jinhaagency.com/tr/guncel/hedep-Istanbul-sozlesmesi-icin-disisleri-komisyonu-na-acil-cagrida-bulundu-43384