HEDEP'ê debarê şewata li Soran daxuyanî da
HEDEP'ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê şewata li Soran ya ku 14 kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û diyar kir ku ger lewaziyeke ewlekariyê hebe divê bê aşkerakirin û berpirsyar bên dîtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231209-20231209-690x390cc-mrk-09-12-2023-hedep-soran-yangin-aciklama-jpg3774af-image-jpgb7b107-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) derbarê şewata ku li navçeya Soran a Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê di malekê de derket û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal ya partiyê hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji ber şewata ku duh li maleke navçeya Soran a Hewlêrê derket 14 xwendekar û mamosteyan jiyana xwe ji dest dan û 7 xwendekar jî birîndar bûn."
Di daxuyaniya ku sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re hat xwestin wiha hat gotin: “Em diyar dikin ku em êşa we parve dikin. Sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazim. Eger di şewatê de lawaziyeke ewlehiyê hebe divê were eşkerekirin û berpirsyar bên dîtin.”