HEDEP dê dest bi çalakiyên xwe yê 25'ê Mijdarê bike
Meclisa Jinan a HEDEP'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de bi dirûşma "Em serî natewînin em li her derê ne" li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyan bike.
Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Em serî natewînin, em li her derê ne" dê starta çalakiyên xwe li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide. Her wiha wê tevli nav çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Kurdistanê û platform û rêxistinên femînîst ên jinan li Tirkiyeyê de jî cih bigire.
Meclîsa Jinan a HEDEP'ê wê di 20'ê Mijdarê de li ber Girtîgeha Sîncanê ya ku doza Kobanê lê tê dîtin dest bi çalakiyên xwe bike. Meclisa Jinan a HEDEP'ê bi destpêkirinê re plan dike ku peyama xwe li kêleka jinên di Doza Kobanê de tên darizandin bide. Ji bo 25'ê Mijdarê Platformma Koma Meclisa Jinan a HEDEP'ê jî ji bo jinan dê bê veqetandin.
Hevseroka Giştî Tûlay Hatîmogûllarî dê tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bibe. Her wiha wê Tûlayê bi jinên mexdûrên erdhejê re li Hatayê ya ku herî zêde di erdheja Mereşê ya 6'ê Sibatê de zerar re hevdîtinê bike.