‘Hedefgirtina jinan hedefgirtina şoreşa Rojava ya’

Jinên ji koçberên Efrîn Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê ku li kantona Şehbayê dimînin bal kişandin êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê û teqez kirin ku hedefgirtina pêşengên jin hedefgirtina şoreşa Rojava ye.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 10'ê Hezîranê ve dewleta tirk bi riya balafirên SÎHA’yan seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî çeteyê DAIŞ’ê tê zanîn hedef digre û êrîşan pêk tîne. Di 20'ê Hezîranê de jî dewleta Tirk bi SÎHA’yan êrişî seyareyek li ser riya navbera Qamişlo û Tibespiyê kir. Di encama êrişê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yûsra Derwîş, cîgira wê Leyman Şiwşê û welatiya bi navê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Li gel zêdebûna bertekên dijî vê komkujiyê, jinên Efrînî yên ji ber êrişên dewleta Tirk neçar man koçî kantona Şehbayê bikin bertekên xwe anîn ziman.

Jinan bal kişandin êrişên bi pergalî yê li dijî heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, anîn ziman ku bi taybetî hedefgirtina pêşengên jin  hedefgirtina Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

‘Armanc têkbirina şoreşê ye’

Emîna Silêman bal kişand ku hedefgirtina kesayetên jin tê wateya hedefgitina jiyanê û wiha got: "Em rojane di nava êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de dijîn ku armanca van êrîşan bi taybetî hedefgirtina jinan e ji ber ku jin civakê bi rê ve dibin û li ser bingeheke wekhev jiyanê diafirînin lewre her dem dibin armanca êrîşan. Daxwaza dijmin ew e ku îrade û îsrara jinan biçewisîne. Jinan bi saya şoreşa Rojava di rêza yekem de cih girt di warê leşkerî, siyasî, dîplomasiyê de xwedî sekn û biryar bûn. Di Berxwedana Serdemê de li Efrînê jinan di rêza yekem de cih girtibûn û li hemberî dagirkeriyê berxwedanî dikirin. Komkujiya ku li Qamişloyê çêbû û kesayetên jin hatin hedefgirtin tê de xuya dike ku tirsa dijmin ji hêz û vîna jinan heye, her wiha armanc bi hedefgirtina jinan tê wateya hedefgirtina şoreşê. Ji dayîna berdêlên giran em ne poşmam in. Em ê tiştên giranbuha jî bidin tenê ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeran."

‘Destkeftiyên jinan hedef tê girtin’

Hêvîn Mihemed êrîş û hedefgirtina pêşengên jin di nava şoreşê de şermezar kir û ev tişt bi lêv kir: "Êrîş û hedefgirtina jinan di nava şoreşê de tê wateya hedefgirtina destkeftiyên şoreşê ku bi saya jinan hatine bidestxistin, em van êrîşan şermezar dikin. Ên ku şoreşê ji hemû waran ve bi rêve dibin jin in. Ji bo ku ev şoreş bi ser nekeve û negihîje armanca xwe her dem jin ji aliyê hêzên dagirkere ve bi rêbazên cur bi cur tên armancgirtin. Li cih her jinek tê hedefgirtin bi hezaran jin radibin ser piyan û dengê azadiyê li cîhanê bilind dikin. Her çendî êrîş li ser me zêde û dijwartir in jî em tu carî dev ji doza xwe bernadin. Em ê şopdarên pakrewanên xwe yên jin bin ku bi destên dagirkeriyê hatine hedefgirtin û şoreşa xwe bi ser bixin."

Banga têkoşînê: Rabin serhildanê

Hemîda Mihemed bang li jinên cîhanê kir ku rabin serhildanan û ev tişt anî ziman: "Komkujiya ku li dijî kesayetên jin pêk tên cihê êş û xemgîniyê ne lê em ji vê êşê hêza xwe xurtir dikin. Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinan li seranserê cîhanê tê nasîn ji ber ku ew di vê şoreşê de gihîştin azadiya xwe û civakê. Pêşketina jinan têkçûyîna hemû dewletan e lewre jinan dixin armanca xwe. Em hemû dewletên ku destên wan di hedefgirtina jinan de heye, şermezar dikin. Bang li jinên cîhanê dikim û dibêjim ku divê rabin ser piyan û bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li heqîqet û cewhera xwe bigerin li dijî qetilkirina jiyanê rabin serhildanan."