‘Hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê gefê li serweriya neteweyî dixwe’

Aktîvîstên jin ên Iraqê, hebûna leşkerî ya Tirk a li Iraqê mîna binpêkirinek li ser serweriya neteweyî nirxandin û diyar kirin ku ev rewş hêza biryargirtina serbixwe ya hikûmeta Iraqê qels dike.

RICA HAMID REŞÎD

Iraq – Aktîvîstên jin ên Iraqê, diyar kirin ku hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê hem ji aliyê leşkerî hem jî siyasî ve li Iraqê, ji bo serwerî û ewlehiya neteweyî ya welat gefek mezin e. Tirkiye, li ser axa Iraqê êrişên dagirkeriyê pêk tîne û çekên kîmyewî jî tê de gelek caran çekên ku di qada navnetewî de hatiye qedexekirin li dijî gerîlayên PKK’ê bikar anî.

Çalakvanên Iraqî bal dikşînin ser dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Iraqê û dibêjin ku hebûna Tirkiyeyê li Iraqê gefekî mezin dixwe li ser pêşeroja welat.

‘Divê pergalek bihêz a ewlehiyê bê avakirin’

Aktîvîsta mafên mirovan Enwar el-Hafacî, da zanîn ku hebûna domdar a Tirkiyeyê ya li Iraqê bi riya avakirina baregehên sabît an jî pêkanîna operasyonên derveyî sînor, binpêkirineke vekirî ya serweriya welat e û ev rewş hêza biryargirtinê ya serbixwe ya hikûmeta Iraqê qels dike.

Enwar el-Hafacî, diyar kir ku Tirkiye bakurê Iraqê wekî qada ewlehiya xwe ya navxweyî dibîne û ev nêzîkatî wesayeta herêmî li ser Iraqê ji nû ve hildiberîne û destnîşan kir ku ji ber kontrola sînor a qels, gelek komên çekdar û ji ber pevçûnên otorîteyê, rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ’ê ji nû ve çalak dike.

Enwar el-Hafacî, da zanîn ku wê pirsgirêk tenê bi dîplomasiyê çareser nabe, pêwist e bi îradeyeke siyasî ya bihêz pergalekî ewlehiyê ya navendî ya ku sînoran kontrol dike bê avakirin û got: “Berdewamiya hebûnên biyanî, serwerî û nasnameya Iraqê qels dike.”

‘Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKK’ê gelek baregehên leşkerî ava kir’

Seroka Koalîsyona Ereb a Saziyên Hiqûqê Nîdal Cîhad el-Ubeydî, diyar kir ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê, bi taybetî li bakurê Iraqê, rasterast bi berjewendiyên ewlehî, serwerî û heremî ve girêdayî ye û da zanîn ku Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKK’ê gelek baregehên leşkerî ava kir.

Nîdal Cîhad el-Ubeydî, wiha axivî: “Li Iraqê avakirina baregeh û pêkanîna operasyonan a Tirkiyeyê, binpêkirina serweriyê ye. Ev yek jêhatibûna hikûmeta Iraqê ya parastina sînorên xwe û sepandina qanûnê ya li ser axên xwe qels dike. Di heman demê de ev mudaxele, dibin sedema ji nû ve rêxistinbûna komên wekî DAIŞ’ê û jicihûwarbûna mirovan.”

‘Tirkiye dixwaze li herêmên ku bandora Îranê kêm bûye bandora xwe zêde bike’

Nîdal Cîhad el-Ubeydî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye dixwaze li herêmên ku bandora Îranê kêm bûye, bandora xwe zêde bike. Di heman deme de li bajarên mîna Mûsil û Kerkûkê bi riya projeyên perwerde û alîkariyê “hêza nerm” bi kar tîne lê pêkhatina van faliyetan a di çarçoveyek derveyî serweriyê de, gefê li ewlehiyê dixwe.”

‘Dewleta Tirk bêyî destûr dikeve axa me’

Rêvebera Weşana Giştî ya Ajansa Nûçeyan a Inana Ala el-Musawî, mudaxaleyên leşkerî yên Tirkiye li ser axa Iraqê pêk tîne, wiha şîrove kir: "Tirkiye li ser bedena birîndar a Iraqê, bi gavên leşkerî yên giran bi pêş dikeve. Bêyî destûr dikeve axa me. Her guleyek û her êrîşeke hewayî, ji bo serweriya me xencerek nû ye.”

Inana Ala el-Musawî, da zanîn ku herêmên sînor veguherîne qadên şer û wiha got: “Gelê sivîl zirarê dibîne, gund tên bombebarankirin û mirov ji cih û warên xwe dibin. Van mudaxeleyên Tirkiyeyê, paşguhkirina ewlehiya Iraqê ye.” Inana Ala el-Musawî, diyar kir ku bi Tirkiyeyê re  dijminahiyê nakin lê van mudaxeleyan qebûl nakin û got: “Axên me, ne textê satrancê ye, xwîna me jî dê nebe qurbanên lîstikên hezên derve.”

Inana Ala el-Musawî, di dawiya axaftina xwe de vê bangê kir: “Serwerî ne mijara bazariyê ye. Serwerî xeta sor e. Em bang li civaka navneteweyî dikin dibêjin; hûn çima li dijî binpêkirinan bêdeng in? Em ji Tirkiyeyê re dibêjin; dev ji lîstina bi ewlehiya Iraqê re berde.”