Hebûna jina ciwan Maya Fîx di nava pêşbaziya otombêla ya Formula 1 de

Akademiya Ferari ya Îtalyayê ji bo pêşbirkên Otombêlan Formula 1, tevlîbûna jina ciwan a Holandî Maya Fîx wekî şofêr di tîmê de ragihand û dê di şampiyoniya kategoriya çaremîn de pêşbaziyê bike û di dîrokê de bibe jina yekem ku beşdarî akademiyê dibe.

Navenda Nûçeyan – Jina ciwan a Holandî Maya Fîx a 16 salî, beşdarî tîma Ferari ya şampiyoniya  cîhanî ya bêşbaziya otombêlan bûye. Piştî serketina kampa behremendiyê ku bi 5 rojan li navenda Tîma Sor a li Maranello û li Verano dom kir. Tê ragihandin ku ew di pêşbaziyên kart de, ku wekî 'Karting' tê zanîn jî têdikoşe.
Maya Fîx dê li Parîsê di bituleya kategoriya çaremîn ku ji hêla Federasyona Otomobîla Navneteweyî ve (FİA) tê şopandin pêşbaziyê bike.
Serokê tîmê Matiya Binoto di daxuyaniya 13'e çiley de diyar kir ku tevlîbûna akademiyê ya Maya Fîx delîlek eşkere ya dilsoziya tîmê ye ku qada pêşbaziya otombêlan berfireh dikin. 
Hêjayî gotinê ye ku pêşbirkên Formula 1, ji 44 salan de ji bûyîna jina Îtalî Lêla Lombardi di 1976'an de beşdariya jinan nebûye, ji ber ku ev tîm bi mêran sînordar bûye.