HDP: Li Tirkiyeyê îşkence belavî kolanan bû

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê, bi wesîleya "Roja Piştevaniya bi Kesên Rastî Îşkence tên" daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Tirkiye bi awayekî pergalî qedexeya îşkenceyê binpê dike.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê bi wesîleya 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Rastî Îşkence tên’ daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Tirkiye alîgirê Peymana Li Dijî Îşkence û Kiryar û Cezayên Din ên Zalimane, Dijmirovî an Rûmet Şikandin an jî Cezayê ye û wiha hate gotin: “Dewletên aligîrê peymanê berpirsiyar in ku li dijî her cûre îşkence, muameleya xerab, muameleya dîjmirovane an şikandin rûmetê an jî li dijî cezayê têkoşînek bi bandor bimeşîn e.

‘Tirkiye erkên xwe pêknayne’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Tirkiye erkên xwe yên der barê pêşîgirtina li îşkenceyê û mafê darizandina adil pêknayne û wiha hate gotin: “Îşkence sûcê mirovahiyê ye; ne girêdayî giliyê, ne girêdayî lihevhatinê ye û li dijî sûcê îşkenceyê demborî nayê pêkanîn. Lêbelê, pirsgirêka sereke ew e ku kiryarên erkdarên dewletê wekî îşkence tên pênase kirin an na. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li gorî daneyên sala 2022’an ên Wezareta Dadê; Biryarên der barê neşopandin ên di qonaxa lêpirsînê de û biryarên beraetê yên di qonaxa dozgeriyê de hatine dayîn, ji biryarên mahkûmiyetê zêdetir in. Ev statîstîk û bûyerên şenbêr nîşan didin ku dadwerî ji danasîna kiryarê wek îşkenceyê dûr disekine û sûcên daxistiye sûcên sivik ên wek birînên sade an jî bêparkirina azadiyê û bi vî awayî sûcdaran bê ceza dihêlin. Ev helwesta darazê ya ji bo parastina kiryarê sûcên ku ji aliyê dewletê û memûrên dewletê ve tên kirin, wan teşwîq dike, xurt dike û teşwîq dike sûcê bi vî rengî dîsa pêkbînin. Bi taybetî di dozên ku mexdûr Kurd in, biryarên meqamên darazê yên ku sûcdaran diparêzin, çavdêrî dikin û beraat dikin, îşkenceyê normal dike. Li aliyê din kesên ku rastî îşkence û muameleya xerab hatine, rastî lêpirsînên ne adil tên û endamên çapemeniyê yên ku îşkenceyê dibînin û eşkere dikin û erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk tînin jî bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû ne.

'Tecrîd roj bi roj girantir dibe'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîd roj bi roj girantir dibe û bi van gotinan rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate parve kirin: "28 meh in li Girtîgeha Îmraliyê ya ku tecrîda herî mutleq tê meşandin bi tu awayî ji Birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hê jî çavdêriyên xwe yên li ser serdana 20-29'ê Îlona 2022'an a li Îmraliyê bi raya giştî re parve nekiriye. Ev rewşa bêtêkiliya ya multaq a ku îşkenceya tecrîdê zêde dike, dewam dike.” Berevajî gotinên hikûmeta AKP'ê yên 'ji îşkenceyê re sifir tolerans, mafên mirovan û dewleta hiqûqê', windakirinên di bin çavan de, revandin, hewldanên sîxuriyê yên bi zext û gefan, binçavkirinên bi kelepçe û lêdanê, bi organîze pesnê van kiryaran li ser medyaya civakî ji aliyê alîgirên xwe ve û ji aliyê Wezîrê Karên Hundir bi awayekî vekirî bi gotina 'lingên wê bişkînin' her pêvajoya diyar kir ku hikûmeta dayîna fermana îskenceyê ye. Îşkence û muameleya xerab ji navendên binçavkirinê belavî kolanan bû."

Di daxuyaniyê de herî dawî hate destnîşankirin ku dê xwedî rûmeta mirovahiyê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin.