HDP: Li dijî êrîşên li ser astengdaran dengê xwe bilind bikin

Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP'ê Hatîce Betûl Çelebî got: "Erka me ya bingehîn e ku em li dijî tundiya sîstematîk a li ser astengdaran rawestin û li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin."

Navenda Nûçeyan- Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP'ê Hatîce Betûl Çelebî di daxuyaniya nîvîskî de bal kişand ser kêmasiya xizmetguzarî, kêmbûna budçe û desteka ku li Tirkiyeyê ji 10 milyon astengdar û malbatên wan re tê dayîn.

'Kesên xwedî erkên giştî rê li ber neheqiyê vedikin'

Hatîce Betûl Çelebî, anî ziman ku cudakarî û tundiya sîstematîk a li hemberî astengdaran her roj maf û azadiyên bingehîn ên astengdaran tehdîd dike û wiha got: "Di vê rêza ku astengdar rastî şîdet, lêdan û tacîzê tên, hema bibêje her roj kesên xwedî berpirsyariyên giştî bêyî ku tedbîran bigrin rê li ber van neheqiyan vedikin.”

'Wêneyên şîdetê yên li navenda lênêrîna taybet a Stenbolê ji raya giştî re hatin weşandin'

Hatîce Betûl Çelebî, anî ziman ku li Buyukçekmeceya Stenbolê piştî dîmenên kesên li hemberî astengdaran êrîş, tundî û tacîza zayendî pêk anîne hatin girtin û bertek nîşanî taybetkirina xizmetên ji bo astengdaran û veguherîne qada qezencê da û got: “Her çend êrîşkar hatine girtin jî bi berdewamî tunebûna cezayên li dijî êrîşkar û destdirêjkeran û rastiya ku berpirsiyar tu carî bi tevahî nayên darizandin jî faktorek girîng e.”

'Divê rêvebiriya karsaz û karmendên giştî bên darizandin'

Hatîce Betûl Çelebî amaje bi wê yekê kir ku ev êrîş ne bûyereke takekesî ye, berovajî daxuyaniyên walîtî û wezareta pêwendîdar ji raya giştî re û wiha gotinên xwe domand: "Rewşeke giran e ku tenê êrîşkar bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû maye. Ev doza ku gelek kes jê berpirsiyar bûn kesê ku wêne tomar kiriye, rêveberiya kargehê û rayedarên giştî yên ji çavdêriya kargehê berpirsyar in jî divê bên darizandin.”

'Divê ji bo çavdêriya malbat û rêxistinên mafên mirovan vekirî be'

Hatîce Betûl Çelîk, anî ziman ku li gelek cihên di bin navê "nexweşxane" de tên xebitandin tundiya sîstematîk tê kirin, ev der bi temamî nayên kontrolkirin û herî zêde bûyerên şîdetê veşartî dimînin û wiha pê de çû:

“Çareserî ew e ku bi temamî van deran bi giştî bibe û ji çavdêriya malbat û rêxistinên mafên mirovan re vekirî bin. Tecrîd, dûrxistina civakî û şîdeta civakî ya li ser astengdaran tê ferzkirin ne qeder e, pêkanînên îdeolojiya astengdar a fermî ye ku di hemû qadên jiyanê de xwe dide der. Di dawiyê de em bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên astengdar û hemû rêxistinên mafên mirovan dikim ku li hemberî êrîşên tundiyê yên sîstematîk ên li dijî astengdaran bi berpirsyarî rabin. Wezîfeya me ya bingehîn ew e ku em tundiya sîstematîk a li ser astengdaran rawestînin û li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin.”