HDP’ê Girtîgeha Kandirayê ziyaret kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Wekîla Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû li Girtîgeha Kandirayê Aysel Tugluk, Gulten Kişanak û Fîgen Yuksekdag ziyaret kirin.

Navenda Nûçeyan-  Duh li ser hesabê fermî yê HDP'ê yê twitterê hat ragihandin ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Wekîla Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû bi endamên HDP'ê Aysel Tugluk, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag ên li Girtîgeha Kandirayê girtî ne, hevdîtin pêk anîne.
Di daxuyaniya li ser rûpela HDP'ê de hat destnîşankirin ku divê Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş ên ku rewşa wan a tenduristiyê nebaşe bên berdan û ev agahî hatin dayîn:
“Hevseroka me Pervîn Buldan û Wekîla me Fîlîz Kerestecîoglû çûn Girtîgeha Kandirayê û bi Aysel Tugluk, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag re hevdîtin pêk anîn. Aysel Tugluk a ku rewşa wê ya tenduristiyê her ku diçe nebaş dibe û hemû girtiyên nexweş divê bi awayekî bê hincet bên berdan.”