HDK, DBP û DEM Partî: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin

HDK, DBP û DEM Partiyê êriş û binçavkirinên li dijî xebatkarên çapemeniya azad şermezar kirin û wiha gotin: “Polîtîkayên zextê yên li dijî Çapemeniya Azad bêhiqûqî ne û bêbingeh in. Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin.”

Navenda Nûçeyan – Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî zext û operasyonên binçavkirinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Ev tiştên serê sibê qewimîn nikare ji berxwedana gelê kurd a kolanan û sekna rast cuda bigirin dest.”

‘Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin’

DBP’ê diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji heqîqetê ditirse û hedefgirtina Çapemeniya Azad ne tesaduf e û wiha got: “Dîsa em bi rastiya ku welatên Ewropayê yên ku behsa azadiya çapemeniyê dikin, li ser azadiya raman û îfadeyê raporan diweşînin û her roj civînan li dar dixin re rû bi rû ne ku di daxuyaniyên çapemeniya kurd dikin hedef de jî hevkar in. Ev rewş ne tenê ji bo kurdan ji bo saziyên çapemeniyê yên li cîhanê, rojnamevan û azadiya fikir û ramanê jî rewşeke bi fikar e. Di dawiyê de hemû êrişên li ser demokrasî, azadî û heqîqetê mehkûmî têkçûnê ne. Weke DBP, em ê weke heta îro, ji îro û şunde jî li cem Çapemeniya Azad bin. Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin.”

DEM Partî: Em êrîşên li dijî Çapemeniya Azad şermezar dikin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi serenavê “Zextên li dijî Çapemeniya Azad, destpêka konsepta êrîşeke nû ye” û wiha hate gotin: “Em van êrişên neheq, bêhiqûqî û korsanvarî yên li dijî Çapemeniya Azad şermezar dikin.”

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Cihê şermê ye ku Belçîkayê mafên mirovan, demokrasî û azadiya çapemeniyê kiriye qurbana muzakereyên xwe yên bi Tirkiyeyê re. Mixabin welatên Ewropayê careke din nîşan dan ku dema mijar dibe berjewendiyên wan dikarin her cure nirxên mirovahiyê bikin mijara bazarê, dikarin van nirxan pêşkeşî hikûmetên zordar ên otorîter bikin û dji wan re bibin palpişt. Rastiya ku ev êriş di 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd hatiye kirin, di heman demê de nişana helwesta înkarker û dijminane ye. Em desthilata AKP’ê ku xwe dispêre polîtîkayên înkar û şer hişyar dikin: Bi dijminatiya li dijî kurdan re çavkaniyên Tirkiyeyê ji hêzên herêmî û navneteweyî re pêşkeş nekin. Hemû rê û rêbazên ku we ceribandiye têk çûne, tu ji wan encam negirtine û wê encam negirin. Em bang li hemû kesên naxwazin Tirkiye ber bi krîz û kaosekê ve were kaşkirin dikin ku li dijî van êrişan bi hestiyar bin. Em bang dikin ku tavilê êrîşan rawestînin û hevgirtina xwe ya bi çapemeniya azad û mûxalîf re dubare dikin.”

HDK’ê: Polîtîkayên zextê yên li dijî Çapemeniya Azad bêhiqûqî ne

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bertek nîşanî êrişan da. HDK’ê bal kişand ku piştî encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê Çapemeniya Azad hedef hate girtin û wiha got: “Polîtîkayên zextê yên li dijî Çapemeniya Azad bêhiqûqî ne û bêbingeh in. Sedema van serdegirtinan, tedbîrên li hemberî îhtîmala aşkerabûna rastiyê hatine girtin e. Desthilata bi piştgiriya DAIŞ’ê tê binavkirin, bi encamên hilbijartina 31’ê Adarê re rewabûna xwe windakiriye. Li dijî emperyalizm û hevkarên wan ên herêmî bijî têkoşîna hevpar a gelan û kedkaran.”