Hatîce Arat ku piştî 18 salan hate berdan bal kişand ser çalakiya li girtîgehan

Hatîce Arat ku piştî 18 salan hate berdan, bal kişand ser çalakiya li girtîgehan didome û wiha got: “Divê hemû kes piştgiriyê bide û bi berpirsyarî tevbigere.”

Navenda Nûçeyan – Hatîce Arat (45) di sala 2007’an de li Edeneyê hate binçavkirin û piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Hatîce Arat piştî 18 salan ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate berdan. Hatîce, ji hêla xizmên xwe, rêveberên rêxistina navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate pêşwazîkirin. 

'Divê her kes piştgiriyê bide çalakiyê’ 

Hatîce Arat li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir. Hatîce çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi bîr xist û got ku mirûzê girtiyan xweş e. Hatîce, anî ziman ku divê her kes di vê pêvajoyê de bi berpirsiyarî tevbigere û wiha domand: “Bi dîtina we gelek keyfxweş bûm. Lê min hevalên xwe li pey xwe hişt lewma ji bo min wateya azadiyê dê her kêm bimîne. Heq nakin ku ji ber fikrên xwe yên têkildarî jiyaneke demokratîk ji azadiya xwe bêpar bên hiştin. Niha li gelek girtîgehan çalakî heye. Divê her kes piştgiriyê bide çalakiyê û bi berpirsyarî tevbigere. Mirûzê hevalan gelek xweş e û gelek silavên wan hebûn.” 

Hatîce Arat û malbata wê piştre ber bi Sêrtê ve ketin rê.