Hat diyarkirin ku li Bexdayê destdirêjî li 2 zarokan hatiye kirin

Polîsên Federal ên Iraqê îro danê sibê du mêrn ku destdirêjî li du zarokên 5 salî kiribûn binçav kirin.

Navenda Nûçeyan-Li gorî medya Iraqê belavkirî, li navçeya Hey Tarîqî ya ser bi parêzgeha Bexdayê du tometbarên ku destdirêjî li zarokên keç ên 5 salî kirine, di danê sibehê de ji aliyê polîsên federal ve hatin binçavkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku her du tometbarên hatîn girtin yek 48 salî bû yê din jî 24 salî bû.

Hêjayî gotinêye ku hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Zagona Kesî pêşkeş kirin ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, zagon mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de.