Hasret Tûtal li Rihayê ji aliyê mêrê bi navê Bekîr Guler ve hat qetilkirin

Li Rihayê mêrê bi navê Bekîr Şervan Guler bi çekê Hasret Tûtal a 33 salî birîndar kir. Hasret a di bûyerê de giran birîndarbûyî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

 
Riha- Li Karakopru ya Rihayê, mêrê bi navê Bekîr Şervan Guler, jina bi navê Hasret Tûtal ya 33 salî bi çekê birîndar kir. Hasret Tûtal a giran birîndarbû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mehmet Akîf Înan, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Polîsên hatin cihê bûyerê, Bekîr Gurel binçav kirin û piştî karê wî li miduriyeta polîsan qedandin sewqî edliyeyê kirin, li wê jî ji aliyê dadgeha nobedar ve hat girtin û şandin girtîgehê.