'Jin piştî karesatan ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar in'

Lêkolînera Civakî Hana El-Khalidi ragihand ku rewşa jinên Sûriyê yên piştî erdhejê ku ji ber krîza li welat rastî gelek pirsgirêkên weke hejarî û koçberiyê tên, xirabtir bûye.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Di erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê de li bajarên Tirkiye, Sûriye û Kurdistanê bandoreke mezin pêk anîbû, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Lêkolînera Civakê Hana El-Xalidî zehmetiyên mexdûrên erdhejê yên li Sûriye û Tirkiyeyê nirxand û ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe pêşkêş kir.

Hana El-Khalidi da zanîn ku ew li ser metirsiyên jicîhûwarbûnê dixebitin û got, “Jicîhûwarî şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên xirab bi xwe re tîne. Her wiha rastî îşkence, girtin, destavêtin û windakirinê tên. Jinên koçber jî neçar dimînin li kampên ku ji xizmetên civakî û tenduristiyê û nepenîtiyê ne bijîn.”

 ‘Jin hewl didin nêrîna ku li ser wan hatiye ferzkirin biguherînin’

Hana Al-Khalidi di kar û barên femenîstî de dibîne ku kêmasiya jinan bi giştî di mîrateya çandî de heye ku rola wan di nava malbatê de tenê dibîne û wiha tîne ziman: "Jin hewl didin nêrîna bi riya nifşan gihîştiye wan biguherînin. Girîng e ew ji sînorên civakî dûr bikevin, kesayeta xwe xurt bikin. Beşdariya siyasî û civakî ji bo jinan gelekî girîng e. Divê hemû jin dest bi bernameyên hişyariyê ji bo xizmeta jinan bikin ji bo alîkariya jinan di dema karesetan û pişt re bikin ji nû ve tevli civakên xwe bibin."

Erdheja ku di meha Sibatê de li Tirkiyê û Sûriyeyê rûdaye, gelek zirarên giran li pey xwe hiştin. Hana al-Khalidî nirxandina xwe didomîne: "Hemû kesên malbatê bi giştî mirin ji ber nebûna derfetan, piraniya wan jin û zarok bûn. Di tîmên hawarçûnê de gelek jin hebûn alîkariya qurbaniyan dikirin mirovan ji bin kavilan derdixistin û ew derman dikirin digihîştandin navendan. Her dem jin îsbat dike ku ew dikare tevli hemû qadan bibin di hemû şert û mercan de, ev tişt me bi riya torên civakî dît gelek jin beşdarî operasyonan dibin."

‘Ji ber ku komên rizgarkirinê dereng hatin gelek jin di bin kavilan de mirin’

Niha jinên li Tirkiyeyê ji erdhejê rizgar bûne gelek zehmetiyan dijîn, li gel tunebûna dahata wan di encama rûxandina beşên aborî û pîşesazî de li welat li gorî bîlançoyên dawî yên qurbaniyên jin xuya bû ku 6516 jinan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 9668 jin jî winda ne. Hana al-Khalidi wiha dibêje: "Ji ber derengketina tîmên rizgariyê û tunebûna riyan, elektrîk û alavan, gelek jinan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan."

‘Li Sûriyeyê jin di rewşên dijwar de dijîn’

Di heman mijarê de civaknas destnîşan dike ku jin li Sûriyeyê rewşên jiyanî dijwar ji hejarî, zordarî, nebûna dadmendiyê û ewlekariyê berî karesetê, piştî karesetê jî êşên wan duqat bûn. Lêkolînên der barê vê karesetên belavbûna xuya dike ku jin herî zêde zirar ji erdhejê dîtine.

Ji ber penaberiyê û nebûna ewlekariyê ji % 90 ji xelkê kampan jin in, alîkariyên saziyên hawarçûnê pêdiviyên jinan ên bingehîn têr nake. Pêwîst e tîmên jinan serpereştiya van karan bikin ji ber ku jin bi pêdiviyên hev dizanin.

‘Ji ber rawestandina perwerdeyê zewicandina zarokên keç zêde bûye’

 Bi rûxandina hemû sektorên kar di herdu welatan de bi taybetî sektora perwerdeyê, diyardeya zewicandina keçên biçûk zêde kiriye. Ji ber tunebûna zanabûn û hişyariyê der barê metirsiyên zewaca temen biçûk û nebûna bernameyên piştgiriya derûnî û civakî li gel zêdebûna rêjeyên tundîtûjiya malbatî û hejariyê bi taybetî li Sûriyeyê zext li ser jinan gelekî zêde kirine divê çare jê re bê dîtin û rê li ber gihandina xizmetên ji jinan re were vekirin. Hemû dewlet bi hev re alîkarên jinan bin ji bo jiyana baş ji wan re û planên stratejîk ji wan re deynin ewlekarî û piştgiriya derûnî û moralî ji jinan re pêşkêş bikin.

Hana Al-Khalîdî wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Em hêvî dikin bi moral û hêz em bigihîjin we û bi were ezmûnên wan parve bikin da ku bizanibin çawa di rûyê karesetan û şeran rawestin weke jinên Filistînî.”