Hamleya çalakiyên vegera Serêkaniyê heta 16’ê mehê dewam dike

Komîteya Penaberên Serêkaniyê bi navê “Vegera bi ewle bê dagirkerî” hamleya çalakiyên ji bo vegera ser warê xwe dane despêkirin dê heta 16’ê mehê dewam bike.

Komîteya Penaberên Serêkaniyê bi navê “Vegera bi ewle bê dagirkerî”  hamleya çalakiyên ji bo vegera ser warê xwe dane despêkirin dê heta 16’ê mehê dewam bike.
Hesekê- Komîteya Penaberên Serêkaniyê bi navê “Vegera bi ewle bê dagirkerî”  hamleya çalakiyên ji bo vegera ser warê xwe dane despêkirin. Di çarçoveya hamleyê de wê heta 15’ê Cotmehê çalakiyên cihêreng bê kirin. Starta hamleyê li Kampa Waşokaniya penaberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Penaberên Serêkaniyê Nora Nezîr ve hat xwendin.
“Çalakiyên me ji bo dawîbûna dagirkeriyê ne” 
Nora diyar kir ku wê çalakiyên wan heya 16’ê mehê bi şêwazên cihê dewam bike û wiha domand: "Ev du slin bajarê me Serêkaniyê dibin sîstema dagirkeriya dewleta Tirk û bin pêkirinê komên çekdar de ye. Ji dema Serêkaniyê hatiye dagirkirin heta niha gelek sucên dermirovî hatine kirin. Bajarê dewlemendiya çandên cuda dibin dagirkeriyê de her ku diçe ji nasnama xwe dur dikeve û wiha biçe dê nasnama xwe ya pir çandî winda bike. Bajar ji niştecihên malên xwe bernedane re kirine doje û jiyan ji wan re nehêlane. Koçberên ji bajar neçarman derkevin jî di şertên zor de dijîn. Ji ber  wê jî emê têkoşînê bidin heta bajar ji dagirkeriyê rizgar bikin û koçberan li cihê wan vegerînin.”
“Emê heta 16’ê mehê çalakiyên xwe bidomînin”
Ji Komîta Penaberên Serêkaniyê Zehra Semawî diyar kir ku wan dest bi çalakiyan kiriye, çalakiyên me dê heta 16’ê mehê dewam dikin û wiha dom kir: “Sibê emê li kampa Serêkaniyê komcivînekê li ser mijara penaberiyê lidarbixin. Dê koçber derdê xwe li wê bînin ziman. Di aliyê zagonî de jî emê li saziyên mafê mirovan doza mafê xwe bikin. Welatiyên me yên di destê dewleta Tirk de ne emê ji bo agahiyek ji wan jî bibihîsin xebatê bidin meşandin. Di  vê pêvajoya êrîşan û koçberiyê de herî zêde jin û zarokan êş û azar dîtin, emê jî di vê hefteyê de bi çalakiyên cuda hewil bidin wan zehemtiyên wan bigihînin saziyên peyîwendîdar û ji zoriyên wan re çareseriyê çêkin.”