Halîse Aksoy: Serî li ber van netewînin

Halîse Aksoy a ku bi wêneyê cenazeyê kurê xwe yê ku bi kargoyê girtibû di bîra gelek kesan de ye, di 28'ê Nîsanê de bi keça xwe re hat girtin, peyam şand û got ku ew ê serî li ber van netewînin.

Amed - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li 21 bajaran tê meşandin de, di operasyonên 25’ê Nîsanê de rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedar jî di nav de hejmarek zêde kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 48 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Yek ji kesên ku hat girtin Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê yê HPG'î Egîd Îpek di qutiya kargoyê de jê re hat şandin e. Wêneyê Halîse Aksoy ku kêliya cenazeyê lawê xwe di qutiya kargoyê de digre û datîne ser çoka xwe bûbû rojev û Kurd û dostên xwe li seranserê dinyayê nerazîbûn nîşan dabûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Halîse Aksoy û keça xwe Mizgîn Karataş, neviyê wê yê 4 salî Çiya û zavayê wî Harûn Karataş bi hev re di 25’ê nîsanê de di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Aksoy û keça xwe Mizgîn Karataş bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û zavayê wê Harûn Karataş hat berdan. Helbet serêhatiyek berxwedanê ku Halîse Aksoy şandiye girtîgehê heye. Niha jî dê li girtîgehê li ber xwe bide. 

Halîse Aksoy Kî Ye?

Halîse Aksoy ji gundê Tizyan ê Artûklûya Mêrdînê ye. Ew 9 xwişk û bira ne. Aksoy di 11 saliya xwe de bi kurê xalê xwe yê 15 salan jê mezintir re tê zewicandin. 4 law û 4 keçên Aksoy çêdibin. Zextên dewletê li ser malbatê tên kirin, cerdevanî li wan tê ferzkirin. Aksoy û malbata xwe di sala 1993’yan de ji ber zextên dewletê neçar dimînin koçî navenda Amedê bikin. Leşker li pey wan mala wan a li gund dişewitînin.

Di sala 1996’an de koçî Stenbolê dike

Zarokên Aksoy di sala 1996’an de neçar dimînin koçî Stenbolê bikin û ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê her dem bi zextên polîsan re rûbirû dimînin. Egîd Îpek tevî ku zarok e jî gelek caran tê binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû dimîne. Di sala 2010’an de dema ku hê 15 salî ye ji malê derdikeve û careke din venagere malê. Xwişka Egîd, Şînda jî dibe şahidê zilma ku li Kurdan tê kirin û berê xwe dide çiya.

Hestiyên kurê wê di qutiyê de jê re şandin

Halîse Aksoy ji Stenbolê vedigere û tê li Amedê bi cih dibe. Zext û zoriya li ser wê kêm nabe. Egîd Îpek di sala 2017’an de li Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide û tevî hemû hewldanên Aksoy jî lêgerîna wê ya girtina cenaze bêencam dimîne. Aksoy sê çar salan li cenazeyê lawê xwe digere. Di 10’ê nîsana 2020’yan de cenaze ango hestiyên Egîd di qutiyek kargoyê de radestî dayika wî Aksoy tên kirin.

Serdegirtina malê û binçavkirin

Ev wêneyê Halîse Aksoy di bîra gelê Kurd û raya giştî de cih girt. Di 24’ê kanûna 2020’yan de polîs davêjin ser mala Halîse Aksoy û mala wê tê serûbinkirin, wêneyên zarokên wê tên desteserkirin. Piştre dîsa di 4’ê adara 2022’yan de û di 18’ê gulana 2022’yan de polîs davêjin ser malê û wê binçav dikin lê paşê tê berdan.

Di operasyona dawî de careke din hat binçavkirin û girtin

Halîse Aksoy a ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 25'ê Nîsanê de careke din polîsan avêtin ser mala wê, bi keça xwe Mizgîn Karataş (28) û zavayê xwe Harûn Karataş re hatin binçavkirin. Halîse Aksoy û keça wê Mizgîn Karataş hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê. Harûn Karataş bi şertê kontrola edlî hat berdan. Harûn Karataş zavayê Halîse Aksoy ku bi lawê xwe yê 4 salî Çiya re bi tenê li malê maye, têkildarî neheqiya li wan tê kirin axivî. Karataş destnîşan kir ku Halîse Aksoy ji girtîgehê peyam şandiye û gotiye; “Serê xwe li ber wan netewînin.”

‘Em ne xerîbên zilma dewletê ne’

Harûn Karataş behsa kêliya serdegirtina mala xwe kir û got: “Dayika Halîse jî li mala me bû. Polîsan bi ser mala me de girt. Polîsan avêtin ser mala wê ya ku kes lê tunebû jî. Li ser îfadeyên şahidekî me kirin binçavan. Em ne xerîbên van zextên dewletê ne.”

‘Çiya li dayika xwe dipirse’

Harûn Karataş anî ziman ku lawê wî Çiya her dem li dayika xwe Mizgînê dipirse ew jî neçar e hincetek jê re bibîne û wiha axivî:

“Dema ez jî sê çar salî bûm bavê min tevli têkoşîna azadiyê ya Kurd bûbû. Ez derûniya lawê xwe ji rewşa xwe dizanim. Min li ber xwe da û hatim van rojan. Lê Çiya nikare bê dayik bimîne. Diçe û tê li dayika xwe dipirse. Ez jî jê re dibêjim, dayika te li nexweşxaneyê ye, bila serûma wê biqede dê were. Ew jî her dem pirsa qedandina serûmê dike. Ez bang li hemû kesên ku ji xwe re dibêjin lêkolîner, nivîskar, şoreşger û demokrat dikim. Êdî ji derûniya van zarokan fêm bikin û tiştek ji bo wan bikin.”

Dê çiya jî bikeve girtîgehê

Harûn Karataş, diyar kir ku ji bo xwedîderketina dayika Halîse, hevjîna xwe Mizgîn û kurê xwe Çiya divê bixebite û wiha got: “Çiya bê dayik nasekine. Ez dixebitim. Ez ê neçar bimînim kurê xwe bişînim cem dayika wî. Mizgîn jî kurê xwe li gel xwe dixwaze. Piştî daxwaznameyê, ez ê Çiya bişînim girtîgehê.”

‘Em ê serî netewînin’

Harûn Karataş, bi bîr xist ku dema Halîse Aksoy tê girtin vê peyamê dide keça xwe û wiha dibêje, “Serî li ber van netewînin. Ez ê li girtîgehê li ber xwe bidim.” Karataş got peyama wê ji bo wan ferman e û ew ê qet li ber zext û êrîşan serî netewînin. Di vê têkoşînê de hatine asta herî bilind. Her  tişt dîtine û dizanin, çawa serî netewînin."

Parêzerê Halîse Aksoy, Necat Çîçek bal kişand ser hincetên girtina muwekîla xwe û got:

“Li ser îfadeyên şahidê bi navê Umît Akbiyik hat girtin. Tiştên ku ne sûc in kirine sûc û jê pirsî ne. Dema ku dayika Halîse hat girtin dirûşma ‘Bijî Kurdistan’ berz kir. Keça wê Mizgîn jî got, ‘serî li ber van netewînin’.”

Necat Çîçek diyar kir ku Halîse Aksoy wiha gotiye: “Di warê hişmendiyê de kêmasiyên min hene. Ez ê li girtîgehê pirtûkan bixwînim û bibim bela serê wan.” Parêzerê Mizgîn Karataş, Hasan Yalçin jî anî ziman ku li dijî girtinê îtîraz kirine û ji bilî cihnîşandanê û axaftinên telefonê tu tiştek di dosyeya wan de nîn e û îtîraza li dijî girtinê dê heta hefteyek din bi encam bibe.