Halîse Aksoy hat berdan
Halîse Aksoy a ku di encama îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik de hatibû girtin, hat berdan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/04/20240419-20240419-823x463cc-amd-19-04-24-halise-aksoy-durusma-jpg8ad27b-image-jpgefceb9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Danişîna doza Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wî Agît Îpek bi kargoyê di qutiyê de radestî wê kirin û bi îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik hat girtin, dewam kir.
Di rûniştina li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Halise Aksoy û parêzerên wê amade bûn. Di danişînê de destpêkê dozgeriyê ji bo hinek hisusên kêm bên temamkirin daxwaza berdewamkirina girtina Halîse Aksoy kir. Dadgehê biryara berdana Halîse Aksoy da û diyar kir ku gumana revê tune ye. Rûniştin taloqî 18'ê Îlonê hat kirin.