Halîse Aksoy: Bi îfadeyên derew bi sedan kes weke min girtî man

Halîse Aksoy a ku cenazeyê kurê wê Egîd Îpek di sindoqê de bi kargoyê jê re şandin, bi îdiayên bê bingeh hat girtin û rojên derbasbûyî ji girtîgehê derket wiha got: “Xwestin tola wêne ji min bigrin. Bi îfadeyên derew bi sedan kes weke min girtî man.”

Amed – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hincet nîşandana îfadeyên Umît Akbiyik ê li 21 bajaran der barê 600 kesan de îfade daye hat destpêkirin, di 25’ê Nîsana 2023’an de Halîse Aksoy jî hatibû girtin. Halîse Aksoy di 19’ê Nîsanê de hat berdan. Halîse Aksoy a ku cenazeyê kurê wê Egîd Îpek ê HPG’î di sindoqê de bir kargoyê radestî wê hatibû kirin, bi îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ê ‘Mala bi ewle bû’ bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ salekê girtî ma. Halîse Aksoy a bi keça xwe Mîzgîn Karataş re hat girtin, tevî nêwiyê xwe yê 4 salî û keça xwe salekê li girtîgehê ma.

Halîse Aksoy bi gotinên; “Bêyî ku sûcekî min hebe salekê girtî mam” li ser tiştên ku li zindanê jiyayn axivî.

‘Ez her dem alîgira aştiyê me’

Halîse Aksoy ruxmê temenê xwe û nexweşiyên xwe ,salekê girtî ma qala girtîgehê kir û bertek nîşanî pêvajoya bêhiqûqî da. Halîse Aksoy anî ziman ku wê tu carî banga şer nekiriye, her dem alîgira aştiyê ye û got: “Em dixwazin ev xwîn bisekine tu kes nemire.” Halîse Aksoy da zanîn ku roja hatiye binçavkirin çûye nexweşxaneyê û ew roj giştî bi dermanan li ser lingan maye û destnîşan kir ku du tûrik dermanan jî bi xwe re biriye emniyetê. Halîse Aksoy bi bîr xist ku ruxmê sûcekî şênber der barê wê de nîn e jî piştî pêvajoya binçavkirinê ya çar rojan bi îfadeyên derewîn hatiye girtin, piştî çûye girtîgehê li vê derê jî çar rojan li hucreya yek kesî maye.

‘Bi awayekî bêhiqûqî salek girtî mam’

Halîse Aksoy, diyar kir ku ji ber gotinên kesekî hatiye sûcdarkirin û wiha domand: “Dozgeriyê axaftinên min anî pêşiya min. Dema ku min jê re behsa tiştên hatibûn serê min kir, got ‘tu mafdar î.’ Piştî vê jî jixwe ez hatim girtin. Tevî ku tu sûc û delîlek tunebû jî bi awayekî bêhiqûqî girtî mam. Ez vê yekê qebûl nakim. Min li girtîgehê carna vê rewşê lêpirsîn dikir, min ji xwe re digot, min tiştek nekir lê ez hatim girtin. Min vê yekê di danişînan de gelek caran anî ziman. Bi îfadeyên derew bi sedan kesên weke min hatin girtin.”

‘Nexweşiyên min di girtîgehê de girantir bûn’

Halîse Aksoy da zanîn ku di girtîgehê de çav û stuyê wê pir êşiyane û wiha domand: “Girtîgeh ne cihê jinan, ne jî cihekî ku kesên nexweş lê bimînin e. Merc pir xirab bûn. Çavên min gelek diêşiyan. Ez bi dehan dayikên nexweş re diçûm nexweşxaneyê. Hemû nexweşiyên wan ên cuda hebûn. Me li hundir bêhnê nedigirt, xwarinek baş tunebû. Ji ber vê yekê nexweşiyên me zêdetir bûn. Bijîjkan dermanek didan me dişandin. Jixwe dermanê ku didan jî feyde nedikir. Ji ber fitiqa stuyê xwe nikaribûm bi rehetî rûniştama. Ji ber nexweşiya şekir min her tiştî nedixwar. Bedena min her roja diçû bêhêz dibû.  Girtîgeh cihekî ku mirovên nexweş lê bimînin nîn e. Ez ê ji niha pê ve hewl bidim tedawî bibim.”

‘Tevî mercên xirab jî moralê wan baş bû’

Halîse Aksoy diyar kir ku tevî mercên xirab jî girtî moralê xwe baş digrin û wiha got: “Selamên wan ji her kesê re hebûn. Tevî mercên nebaş jî motîvasyona wan baş bû. Mercên jiyanê li girtîgehan pir zor in. Em dixwazin êdî ev pêvajo biguhere. Em şer naxwazin, bila ev xwîn bisekine. Hem li girtîgehan hem jî li derve pir zext hene. Xwestin tola wî wêneyê û tiştên ku min gotin ji min bigrin. Divê ev bêdadî di demeke nêz de bi dawî bibe.”