Halîde Turkoglu: Li Sûriyeyê zihniyeta DAIŞ’ê di dewrê de ye

Halîde Turkoglu got ku parastina Şoreşa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariya hemû jinan e û got: “Bi van çeteyan re mantalîteya DAIŞ’ê heye. Li Şengalê DAIŞ’ê xwest çi bike, çete jî dixwazin heman tiştî bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Bertekên li dijî êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiye û çeteyên girêdayî wê ve tên kirin didomin. Piştî êrişê, sûcên çeteyên dagirker ên li dijî jin û zarokan, careke din bi dîmenan eşkere bûn.

Dîmenên rehîngirtina şervanên jin ji aliyê çeteyan ve ketin çapemeniyê û li gorî agahiyan gelek jinên ku dîl hatine girtin rastî tecawizê hatine. Li dijî êrişan rêxistinên jinan bertek nîşan dan. Jinan diyar kirin ku şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinan e, hedef hatiye girtin, bang li saziyên navneteweyî kirin ku li dijî sûcên li dijî mirovahiyê hestiyar bin û helwestên xwe nîşan bidin.

Li aliyê din Fermandariya Giştî ya QSD’ê li ser bûyerên li Sûriyeyê diqewimin daxuyaniyek da û ragihand ku pêvajoyeke leşkerî û siyasî ya nû çêbûye û diyar kir ku ji bo çareseriyê ew amade ne. Fermandariyê diyar kir ku di rojeva wan de şerê bi HTŞ’ê re tune ye lê li dijî êrişan ew ê gel biparêzin.

Berdeva Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, li ser mijarê got ku çeteyên xwedî zihniyeta DAIŞ’ê gel hedef girtine.

Halîde Turkoglu bang li saziyên navneteweyî yên jinan û mafên mirovan kir û got ku divê ji bo çareserkirina krîza mirovî bikevin tevgerê. Halîde Turkoglu diyar kir ku di êrişên Heyet Tehrîr El-Şam  (HTŞ) ên li ser herêmên sivîlan de jin û zarok mexdûr bûne û bal kişand ku polîtîkaya DAIŞ’ê ya ku dixwest li Şengalê li dijî Êzdiyan bixe meriyetê îro bi destên HTŞ’ê hewl didin pêk bînin.

Halîde Turkoglu diyar kir ku weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê, ji bo li herêmê aştî çêbibe, bi gelek saziyan re di nava tekiliyan de ne û got ku gelê sivîl ji bo parastina Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan dê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Li dijî zihniyetek têkoşîn heye’

Halîde Turkoglu got ku têkoşîn di heman demê de li dijî zihniyetê jî didome û wiha domand: “Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê, em li dijî şer gotinên xwe dibêjin. Li dijî parvekirina emperyalîst a ku netew dewlet dixwazin li Rojhilata Navîn ava bikin; em her dem têkoşiyan. Ev têkoşîn di heman demê de li dijî zihniyetek e. Îro zihniyeta ku şer xwedî dike, çawa ku li ser înkara azadî û demokrasiyê xwe heyî dike, bi wê zihniyetê êrişê Sûriyeyê dike. Her çiqas xwe li dijî rejîmê nîşan bidin jî li dijî gelan û jinan dest bi şerek kirine.”

‘Ji tirsa şoreşê şer kûr dikin’

Halîde Turkoglu bal kişand ku Şoreşa Rojava, hêzên dagirker aciz kiriye, ji ber wê jî armanca wan ew e polîtîkaya qirkirinê bixin dewrê û wiha berdewam kir: “Hem ji statuya gelê Kurd ditirsin, hem jî ji şoreşê. Ji ber wê şîdetê zêde dikin, polîtîkayên şer kûr dikin. Îro dîmenên îşkenceyê yên di çapemeniyê de hatin weşandin, neçarbûna koçberiya mirovan ji cih û warên xwe, nîşan dide ku dê ev şer di rojên pêş me de kûrtir bibe.”  

Halîde Turkoglu got ku li dijî êriş û polîtîkayên dagirkirina Sûriyeyê divê sazî dezgehên navneteweyî dengê xwe derbixin û got: “Bi rojan e li dijî şer em bang dikin. Divê hemû dewletên ku piştgiriyê didin van çeteyan werin teşhîrkirin. Divê gel jî li dijî şer piştgiriya xwe mezin bikin.”

‘Jin di hedefa çeteyan de ne’

Halîde Turkoglu bal kişand ku divê li dijî trajediya ku jinên mexdûrên şer dijîn jinên cîhanê dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Bi van çeteyan re mantalîteya DAIŞ’ê heye. Her çendî navê wan cuda be jî, pratîk û gotinên wan yek in. DAIŞ’ê xwest li Şengalê çi bike îro çete jî dixwazin heman tiştî bikin û di hedefa wan de jin hene. Dixwazin bi vî awayî tirsê belav bikin. Di vî warî de divê hemû saziyên jinan û bawerî bikevin dewrê. Divê li herêmê ji bo aştiyeke mayînde muzakere çêbibin. Mesele desthilatdarî û parvekirin e, di vê parvekirinê de gel dibin hedef. Di vî warî de divê her kes zêdetir dengê xwe bilind bike û têbikoşe.”

‘Parastina destkeftiyan berpirsyariya me hemûyan e’

Halîde Turkoglu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Parastina Şoreşa Jinan a Rojava peywira me hemûyan e. Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî fikrên xwe li ser vê şoreşê ava dike. Em ê xebatên rêxistinkirinê li her derê bikin. Ev kaosa heyî bi xwe re zêdetir sûcên li dijî mirovahiyê tîne. Kesên ku ji bo wekheviyê têdikoşin divê di vê têkoşînê de cih bigrin. Em tenê dikarin wiha şer bidin rawestandin.”