Halîde Turkoglu: Divê her kes li dijî êrîşan dengê xwe bilind bike
Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM’ê Halîde Turkoglu têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Pêwîste her kes li ku be dengê xwe bilind bike. Divê her kes li seranserê cîhanê fikra neteweya demokratîk biparêze."
Amed- Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmênêr Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat protestokirin. Girseya ku li navçeya Peyasê hate gel hev, li Parka Rojava daxuyanî da.
Di destpêka daxuyaniyê de Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê belav bûne, gelê Şehba, Tel Rifat û Helebê di bin xeteriyeke cidî de ne. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku di têkoşîna parastina Rojhilata Navîn a aştiyane û nirxên mirovahiyê de bi Rojava re bibin yek.”
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku dewletên netewe û hêzên emperyal li dijî jiyana nû ya li Rojava hatiye avakirin êriş pêk anîne û naxwazin ev gel bi hev re bijîn û got, “Divê em li dijî şer û li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku her kêlî pêş bikevin bên cem hev. Ji bo parastina vê modelê divê her kes di serî de jin, sosyalîst û parêzvanên azadî dengê xwe bilind bike.”