Halîde Turkoglu bû Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP'ê

Meclîsa Jinan a HEDEP'ê piştî kongreya xwe yekemîn civîna xwe li dar xist, Halîde Turkoglu jî weke Berdevka Meclîsa Jinan hat diyarkirin.

Navenda Nûçeyan-Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (HEDEP) piştî kongreya xwe ya di 15’ê Cotmehê de hat lidarxistin, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Di civîna ku endamên jin ên Meclîsa Partiyê (PM) yên di kongreyê de hatin hilbijartin lê kom bûn, geşedanên têkildarî rojevê, xeta nû ya têkoşînê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin nirxandin. Meclisa jinan jî di civînê de berdevka xwe diyar kir.

Li gel gelek mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin, parlamentera Amedê Halîde Turkoglû weke Berdevka Meclîsa Jinan hate hilbijartin.

MYK dê bê hilbijartin

HEDEP dê sibê jî di civîna endamên PM’yê de endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) hilbijêre û peywîrên wan diyar bike.