Hacer Kemal: Divê jin di hêla rola wan a di şer de bên hişyarkirin

Rojnamevan û çalakvan Hacer Kemal teqez kir ku rewşên şer bandorê li her kesî dikin û mafên wan ên mirovî têk dibin lê belê yên herî zêde para xwe ji vê yekê digirin, jin in. Hacer destnîşan kir ku lewma jî divê jin di hêla rola xwe de bên hişyarkirin.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Jin di şeran de li Xezayê jî, Lubnan an jî Sûriyê jî bin di gelek azaran re derbas dibin. Her dem pêdivî bi tevgera komî ya bi bandor heye. Gelek nîqaşên derbarê pêşeroja Rojhilata Navîn a di rewşa heyî de hene. Bi taybetî jî piştî ku rûbera şer fireh bû û roj bi roj ji dewletekê derbasî dewleteke din dibe. Pêwîst e ku li ser helwesta civaka navdewletî bê ferzkirin ku bikeve nav tevgerê. Gelek pirsên têkildarî fikrên derbarê pîvanên mafên mirovan û hwd de hene.

‘Yên herî zêde ji şer para xwe digirin jin in’

Rojnamevan û çalakvana jinan Hacer Kemal destnîşan kir ku şer bandorê li her kesî dikin û mafên wan ên mirovî têk dibin. Hacer diyar kir ku lê belê yên herî zêde zirarê dibînin jin in û wiha got: “Ji ber ku gelek barên madî, derûnî û hwd li ser milê wan e. Hinek jin hene di rewşên dijwar de dijîn. Bi taybetî jî ger di dema ducaniyê yan jî tunebûna zaroka wan de, yan jî eger dayîkên zarokên di temenên cuda de bin. Ji ber ku hemû berpirsyarî ji wan re pêwîst e û di wan deman de biçûktirîn pêwîstiyên xwe nabînin. Her wiha li aliyekî din şer rastiyeke dijwar e li ser jinan. Dîtina pêdiviyên rojane û bidestxistina baldariya tenduristî, her wiha gihîştina xizmet û alavên tibî li jinan ferz dike. Peydakirina avê û wekî din jî, pirsgirêkek cuda ye.”

‘Bi hêvî me ku jin li Sûriyê dê tiştê layîqî xwe bigirin’

Piştî hilweşîna Rejîma Baasê, hevsengî heta asteke mezin hat guhertin. Ev yek di rewşa normal de li jinên di hundirê herêmê de bandor kir. Hacer Kemal têkildarî vê xalê wiha got: “Tiştê ku Sûriye niha tê re derbas dibe, beriya niha li Misrê piştî şoreşê çêbûye. Ev rewşeke ku veguhestineke jin tê de rastî gelek zextan tên e. Heta ku aramî çêdibe. Jin di Sûriya Hundirîn de gelek baran radikin. Di gelek êşan re derbas bûne. Gelek jin jî hene bi hemû hêza xwe li hember hemû rewşan sekinîne, heta biser ketine. Rewş dê hin berdewam be heta ku aram bibe. Mîna çawa li Misrê nakokî hebûn. Jin wê demê di rewşeke aborî ya zehmet re derbas bûn û bi salan aramî tunebû. Gelek jinan jî temenê wendabûnê dan û berpirsyariya malbatên xwe rakirin. Çawa rewş aram bû, mijar vegeriyan rewşa mîna berê. Ez bi hêvî me jin li Sûriyê tiştê layîqî xwe werbigirin, ji ber ku di salên gelekî dijwar re derbas bûn.”

‘Bandorên şer sînoran nas nakin’

Hacer Kemal diyar kir ku rewşa şer bandora xwe ne tenê li ser kesên li welatên şer lê hene dike û wiha got: “Lê belê fireh dibe û bandorê li welatên li kêleka xwe jî dike. Rewşa aborî bi giştî gelek ziraran dibîne. Girîng e mirov çareseriyên ji bo bandora van krîzan sînordar bikin, bifikire. Dirêjbûna dema şer, hişt ku rastî pir dijwar bibe. Rojek bê wendahî derbas nabe. Ji ber wê jî, ji bo selametiya hemû welatan a ji aliyê derûnî siyasî û aborî de, daxwaza agirbestê girîng e.”

‘Jin di malbat û civakê de rolên mezin û çalak dilîzin’

Hacer Kemal balkişand ser rola jinê ya di nav civak û malbatê de û wiha pê de çû: “Jin roleke xurt û aktîv dilîzin, bi taybetî jî ger ku rastiya xwecihî pêkeve. Ev yek dibe sedem ku  berxwedana jinan nirxekî rastîn di rûbirûbûna destdirêjî yan şer, yan jî zextên xwecihî yên hundirîn, civakî, aborî yan jî siyasî de çêke. Hişyarbûna jinan girîng e. Jin, dayîk, hevjîn û keç e ku roleke sereke di malbatê û derdora giştî de dilîze. Berxwedan, rizgariya rastîn e.”

‘Rola saziyên jinan di piştgiriyê de heye’

Hacer Kemal destnîşan kir ku rêxistinên jinan di gelek aliyan re derbas dibin û wiha pê de çû: “Heta dozên li ser wan kar dikin jî. Lê belê gelek mijar hene ku nehatine nîqaşkirin û li bendewariya karê li ser ev jî, ji ber alavên guhertin û parastina jinan e. Şeran rastiyeke tevlihevtir ferz kirin û di encam de berpirsyariyeke hundirîn heye ku civaka sivîl digre ser xwe. Bi taybetî ji ber ku rolên jinan di avakirina rewşa diyaloga hundirîn de derbarê mijarên nû yên li ser rûbera navdewletî çêdibin, heye. Axaftina li ser şer û bandorên wê bûye, ji mijarên sereke ye ku paşê saziyên jinan encaman nîqaş dikin.”

‘Dinya di bin bandora şeran de dimîne’

Hacer Kemal diyar kir ku tiştê li dewletan ji binpêkirin û şeran çêdibin, mijareke karê komî dixwaze û wiha got: “Hemû dewlet di xeteriyê de ne. Ji ber wê divê çareserî werin danîn. Rastiya herêmî li Sûriyê gelek bi krîz e. Şerekî dijwar heye û pêwîstiya wê bi destwerdaneke navdewletî heye. Bilindkirina hişyariya giştî gelekî girîng e, bi taybetî jî di rewşa niha de. Jin roleke girîng di van mijaran de dilîzin. Ji ber wê jî divê gotareke hişyarkirinê ji wan re bê dayîn ku ji bo rola xwe ya girîng nas bikin.”