Gurbet Îşlek: Iraq li ser daxwaza Erdogan hewl dide wargehê dîlbigire

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gurbet Îşlek derbarê êriş û zextên artêşa Iraqê ku dixwaze derdora wargehê bi têl û kuleyan dorpêç bike, axivî û banga xwedî derketina li Mexmûrê kir.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve bi hêzeke mezin a wesayîtên zirxî, polîs, leşker û makîneyên kar û bi darê zorê dixwaze wargeha penaberan a Şehît Rustem Cûdî (Mexmûr) bi kûle û têlan dorpêç bike. Li dijî hewldanên dorpêçkirina artêşa Iraqê gelê Wargeha Mexmûrê bi şev û roj, bê westan û bê navber 11 roj in berxwedana xwe didomîne.

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Gurbet Îşlek der barê dorpêçê ya artêşa Iraqê û li beramberî vê helwesta artêşa Iraqê berxwedana gelê Mexmûrê de ji ajansa me re axivî.

Gurbet Îşlek di destpêka axaftina xwe de qala berxwedana gelê Mexmûrê kir û wiha axivî: “Çalakiya me ya konvedanê û berxwedana me ya dijî êrişên hikûmeta Iraqê, destgirtina gelê wargehê ketiye roja xwe ya 11’yan de. Dibe ji beriya niha gelek caran hewldanên bi vî awayî hatine kirin. Wek gelê wargehê, me xwest em van pirsgirêkan bi diyalogan çareser bikin, van kiryarên ku dixwazin li ser wargehê ferz bikin bi diyalogê çareser bikin. Di 20’ê mehê de xwestin bi artêşek mezin bi kuleyên xwe bi wesayîtên xwe yên leşkerî derdora wargehê bigirin. Bi hatina artêşa Iraqê re, xelkê wargehê jî, ji heft salî heta heftê salî bertekên xwe yên di vî milî de dan nîşandan û rê li pêşiya wan hate girtin.”

Rûxmê rêgiriya 4 salan berxwedan didome

Gurbet Îşlek di dewama axaftina xwe de diyar kir ku bi salan e di nav xaka Iraqê de jiyan dikin lê tu pirsgirêk derneketine û wiha domand: “Ji ber wek gelê wargehê 25 sal e di xaka Iraqê de, li Mexmûrê jiyan dikin. Di penaberiya me ya 30 salan de heta niha ti pirsgirêkên me li gel Iraqê çênebûne. Lê ruxmê ji bo kar gelê wargehê debara xwe bikin, çûyîne ji derve çêdibin. Her wiha li rexa me navçeya Mexmûrê heye, di nava rojê de çûyîn hatina gelê wargehê çêdibe. Ti pirsgirêkên me heta niha li gel Iraqê derneketine. Tevî ambargoya ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 sal in li ser wargehê dimeşîne jî nekariye berxwedaniya wargehê vale derbixîne. Em dizanin vê yekê bi axaftinên Erdogan dikin. Ji ber ku nekarîn bi hikûmeta Herêma Kurdistanê serbikevin, niha dixwazin bi destê Bexdayê viya li gelê wargehê ferz bikin.”

‘Êriş bi armanca dîlgirtinê ne’

Gurbet Îşlek her wiha da zanîn ku bi van hewldanan dixwazi wargehê dîl bigirin û got: “Ev êrişên bi vî awayî dîlgirtina wargehê di herçar milê wargehê de bi kuleyên xwe, bi xendekên hatîn kolandin, rê li ber çûyîn û hatina wargehê bigire û yek dergeh bihêle, ew dergeh jî dibin kontrola wan de be. Weke ku kesekê were dîlgirtin, saeta çûyîn û hatina wê, ketina hindirê wargehê were diyarkirin, dixwaze li ser wargehê bide ferzkirin. Dixwazin bikevin wargehê, ne saetên siharê, ne saetên êvarê ferq nake, her wextê hewla têlkirinê didin. Lê li aliyê din gel bertekên xwe nîşadane û nahêlin bikevin wargehê û derdora wargehê bigirin. Wek jineki ya wargeha Şehîd Rustem Cûdî û wek xelkê wargehê ji her temenî ku ev 11 roj in li ser linganin û bi dil û can li berxwe didin.”

Banga xwedî derketina li Mexmûrê

Gurbet Îşlek di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir ku xwedî li berxwedana gelê Wargeha Mexmur derkeve û got: “Me berxwedaniyek li vir daye meşandin xwedî li vê berxwedanê derketin erk û berpirsyara her Kurdekî ye. Li ku derê dibe bila bibe ji bo gelê wargehê tişta dikeve li ser milê wana divê demildest pêk bînin. Em naxwazin di navbera Iraq û wargehê de tu nakokî ru bidin. Em hewl didin bi dîyalogên heyî çareser bibin. Her Kurdekî heyî divê mafê xwe yê rewa, çalakiyên xwe yên demokratîk pêkbînin ku em vê dorgirtina wargehê bidin pûç kirin. Em jî dizanin bi destê dewleta Tirk e û em ê wana jî vala derxînin. Bangawaziya me ji her Kurdekê heye divê xwedî li wargeha Şehîd Rustem Cudî derkeve.”