Gulten Matur a ku îşkence ditî, xwest berpirs werin darizandin

Gulten Matur ya ku bi ideaya DHKP-C hatibû girtin di danaşîna yekem de hatibû berdan, diyarkir ku beriya were girtin li navendekê bi veşartî îşkence dîtiye.

Navenda Nûçeyan- Gulten Matur bi ideaya ku berpirsa Tirkiye ya DHKP-C weşandî, di 28’ê Mijdara 2022’an de hatibû binçavkirin. Gulten Matur ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin û di 7’ê Sibatê de di danaşîna yekem de hatibû berdan. Gultekîn Matur  destnîşan kir ku di 20’ê Mijdara 2022’an de hatiye revandin û di 28’ê Mijdarê de hatiye binçavkirin li navendek veşartî hatiye girtin û rastî îşkenceyê hatiye.

Gulten Matur îro li gel Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Beyogluya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da. Metna daxuyaniyê ji aliyê parêzera baroya hiqûqa gel (HHB) Seda Şaraldi ve hat xwendin.

‘Li ser leşe wê nîşanên îşkenceyê hebû’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiye îşkence belav bûye û pêvajoya ku hatî jiyan kirin wiha anî ziman:

“Gulten Matur a ku di 28’ê Mijdarê de hatî binçav kirin, di 20’ê Mijdarê de hatiye revandin û 8 rojan li Stenbolê li qadek ya leşkeri îşkence ditiye. Em bi Gultem Matur re hem di dema hatî binçavkirin de li emnyeta Stenbolê û hem jî piştî ku hatî girtin  li girtîgeha girtî ya Silivrî me hevdîtin pêkanî. Di van hevdîtinan de, li ser bedena wê nîşaneyên şin û elektirîkê yên darbê me çavdêrî kir û me kir rapor. Nûçeyên ku der barê girtina Gulten Matur de hatî amadekirin hatibû ideakirin ku ev birpirsa Tirkiye ya rêxistina DHKPC ye. Lê bele di ideanameya ku di der barê wê de hatiye amadekirin, cih nehat dayîn tiştek wisa. Ji bo wê îşkenceyê veşêrên Gulten Matura ku hatibû girtin, di 7’ê Sibata 2023’an de di danaşina ku hatî dîtin de hat berdan.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku der barê îşkenceya ku li Gultem Matur hatî kirin de gilî kirine û lê bele divê mijarê de tu pêşeketin çênebûye, heta ku yên sucê îşkenceyê pêkanîne neyên ceza kirin wê têkoşîna me dom bike.

‘Ez dixwazim werin darizandin’ Gulten Matur a piştî daxuyaniyê axivî, tiştên di pêvajoya binçavkirinê de vegot. Gulten Matur bi van gotinan asta îşkenceya jiya anî ziman: "Bi amûra işkenceyê ya elektrîkê dest bi elektrîk dayîn û kulma dayînê kirin. Ji boxer û picamaya min re spreya dicemîdinê û qeşa rijandin. Piştre, dîsa du caran ji bo îşkence birin, 3 caran girtin hilcoyê û stranên faşîst dan guhdar kirin.” Gulten Matur diyar kir ku rakirina nexweşxanê û îşkenceya hat kirin hatiye tomar kirin û wiha got: “Ez dixwazim kesên îşkencekirine werin darizandin. Ji ber ku îşkencexanê ji bo hemû kesan gef e. Divê em li dijî wan têbikoşîn.”