Gultan Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê re nameyek şand û ev bang kir: “Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM a aştiya civakî hat...”

Naveda Nûçeyan- Şahiya pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bûn. Tevlibûna xurt a ciwan û jinan balê dikişîne. Welatiyên ketin qadê heta demekî dirêj govend gerandin. Her wiha girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji girtîgehan re” berz kirin. Girseyê dovîza “Dê dawî bêhempa be” hilgirtin.

Bername, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Dem dem li qadê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Di pîrozbahiyê de nameya namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak hate xwendin.

Nameya Gultan Kişanak hat xwendin Nameya Kişanak ji hêla endama MYK’a DEM Partiyê Canan Çalagan ve hate xwendin. Di nameyê de Gultan Kişanak, Newroza jin, ciwan û gel pîroz kir û silav ji Enqereyê re şand. Bi domdarî Gultan Kişanak got ku ew îro ji bo bibêjin “Enqere ne ya serdestan a gel e” civiyane. Gultan Kişanak, diyar kir ku ji bo coşa 8’ê Adarê û Newrozê veguhêzin ser sindoqê li vir civiyane. Gultan Kişanak, bang li xelkê Enqereyê kir û wiha got: “Bang û îradeya Newrozê zelal bû. Rabe ser pêyan Enqere, azadî û serkeftinê bi dest bixe. Rabe ser pêyan Enqere, DEM a aştiya civakî hat.. Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat.”