Gultan Kişanak: Her ku namzetên cêwî sozên xwe rêz dikin, xwe bêhtir dihetikînin

Namzeta hevşaredariya bajarê mezin ya Enqere ya DEM Partî Gultan Kişanak di peyama şandî de ev tişt got: “Li paytextê xizmet tune ye, vîzyon tune ye, mîsyon tune ye. Her ku namzet sozan didin xwe bêhtir dihetikînin.”

Navenda Nûçeyan- Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak derbarê kampanya medyaya dijîtal li ser hesabê X’ê peyamek parvekirin. 

Di parvekirinê de Gultan Kişanak ev tişt got:

“Her ku namzetên cêwî sozên xwe rêz dikin, xwe bêhtir dihetikînin. Li paytextê xizmet tune ye, vîzyon tune ye, mîsyon tune ye! 25 salên şeredarvaniya AKP + 5 salên şaredarvaniya Mansûr + 22 salên desthilatiya AKP’ê! Maşallah her du jî pir netewî ne!

Pirsgirêka trafîkê ya Enqereyê nehatiye çareserkirin, xizmetên guhezbariyê yên bi giştî pir kêm in, li gelek semtan û li balefirgehê metro nînîn, ava ji kaniyê tê bitendurist nîne, li hin navçe û gundan av nîne, kanalîzasyon tune ye."