Gultan Kişanak bû namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê

Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan namzetên hevşaredariyê yên 13 bajaran eşkere kir. Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatin nîşandan.

 Enqere- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da û biryarên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) eşkere kir. Di daxuyaniyê de bajarên ku dê namzet lê bên nîşandan û navên namzetan hatin eşkerekirin. Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatin nîşandan

 Navên bajar û namzetan wiha ne:

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê: Gultan Kişanak - Ozturk Turkdogan

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê: Celalettîn Ekmen - Gulser Yildirim

 Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê: Selman Tutumlu

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê: Abdulvahap Ekîm- Sevîm Şîmşek Bayram

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê: Îhsan Seylan- Bîlmez Erboga

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê: Gulbahar Gunduz - Bulent Kiliç

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê: Hasan Ozguneş  - Selda Îlgoz Koçyîgît

 Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê: Suzan Koç - Naîf Kanat

 Namzetên Şaredariya Osmaniyeyê: Zîver Gumuş - Zîlan Karaguzel

 Namzetên Şaredariya Kîlîsê: Ahmet Uçer- Azîze Akoglû

 Namzetên Şaredariya Xarpêtê: Hayrettîn Kaya - (A jin dê di rojên pêş de bê eşkerekirin)

Namzetên Şaredariya Semsûrê: Meryem Cerîtlî - Bahattîn Bîlgîn

 Namzetên Şaredariya Dêrsimê: Cevdet Konak - Bîrsen Orhan

 Namzetên Şaredariya Dîlovasi ya Kocaeliyê: Mûstafa Avci - Şevîn Coşkun