Gulser Ozbay piştî 31 salan ji girtîgehê derket

Yek ji girtiyên siyasî Gulser Ozbay, piştî 31 salan ji girtîgehê derket. Gulser Ozbay, bal kişand ser berxwedan û têkoşîna li girtîgehan û wiha got: “Em niha nikarin azadiyê bijîn. Aliyek me her dem li wir e."

Navenda Nûçeyan- Gulser Ozbay, piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê hat berdan. Gulser Ozbay, li ber girtîgehê ji aliyê endamên malbatê, rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Navçeya Alîagayê, endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin. 

‘Em her dem wiha qelebalix bin’

Gulser Ozbay, di derketina girtîgehê de wiha got: “We ez bi tenê nehiştim. Bi dîtina we tevan gelek kêfxweş bûm. Em her dem wiha qelebalix bin. We girtîgehê bi tenê nehiştin û dê bi tenê nehêlin.”

‘Li girtîgehan berxwedan û têkoşîn berdewam dike’

Gulser Ozbay, diyar kir ku li ser girtiyan zextên zêde hene û wiha got: “Em niha nikarin azadiyê bijîn. Rêbertî û bi hezaran mirovên me girtî ne. 9 hezar heval di greva birçîbûnê de ne. Lewma nikarim bi derketinê tam kêfxweş bûm. Girtîgeh bûn parçeyeke gelê Kurd. Li hundir têkoşînek heye. Li gel ku mifteyên deriyan di destên dewletê de ne jî li hundir berxwedan û têkoşîn mezin dibe. Kesên li wir têkoşiyan û di dilê me de bûn nemir hene. Lewma divê em pişta xwe nedin girtîgehan. Aliyekî me li wir e.”

Tehliyeya wê 6 mehan hatibû taloqkirin

Gulser Ozbay, piştî 2 rojan li Îzmîrê bimîne, wê biçe bajarê xwe Bazîdê. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, di dîroka 11'ê Tîrmeha 2023'an de bi hinceta ku, “hatiye fêmkirin girtî di raboriya xwe ya girtîgehê de di nava xebatên rêxistinê de beşdarî grevên birçîbûnê bûye, dirûşm berz kiriye û gotinên ne guncaw gotiye, ne guncaw e ku kesa navê wê derbas dibe bê şert bê berdan.”

Gulser Ozbay a di 12’ê Tîrmeha 1992’yan de li Agiriyê hat binçavkirin û girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Kayseriyê ve bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekbûna dewletê” mehkûmê cezayê muebbetê hat kirin. Gulser Ozbay li gorî rêzê li girtîgehên Agirî, Nevşehîr, Erzirom, Mîdyad û Baybûrtê ma, di 5 salên dawî de jî li Girtîgeha Şakranê ma.