Gulîxan Tahir: Sûcên ku Tirkiye dike, Emerîka pîne dike

Endama Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir geşedanên dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û da zanîn ku Rûsya û Emerîka li herêmê li ser du benan dilîzin û Rûsya dixwaze bi tetbîqatên xwe yên leşkerî gelê herêmê bixapîne her wiha di daxuyaniyên ku Emerîka yê der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî dide, nakokî hene û gel êdî biryara berxwedanê daye.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Piştî ku dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefa êrîşê xwar, gelek pêşketin û daxuyaniyên ji aliyê Dewleta Rûsya û Wezareta Emerîkayê ve hatin parvekirin. Der barê vê mijarê de jî Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulîxan Tahir axivî.
“Sûcên ku Tirkiye dike, Emerîka pîne dike”
Gulîxan got ku ruxmî hebûna Hevpeymana Agirbestê ya ku di Cotmeha 2019'an de hatiye îmzekirin lê êrîş û gefên dagirkeriya tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyaye û wiha domand: "Ji berî dagirkirina Efrînê heya dagirkirina wê, Serêkaniyê û Girê Spî gefên êrîşeke nû li ser Til Temirê, Eyn Îsa û Kobanê, êrîş û sûcên ku wijdanê mirovahiyê jî qebûl nake, ranewestiyaye. Ji ber ku Tirkiye Endama NATO’yê ye, hemû sûcên ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, Emerîka pîne dike. Niha di binê maseyê de planên qirkirina gelê Kurd û herêmê tên plankirin."
“Rûsya sûdê ji gefên Tirkiyeyê digre û tawîzan ji Rêveberiya Xweser dixwaze”
Gulîxan bal kişand ser tetbîqatên ku Rûsya û Rejîma Sûriyeyê li seranserî xetên eniyên bi dagirkeriya tirk re û vê yekê anî ziman: "Bi riya tetbîqatên ku Rûsya li Til Temirê heya Minbicê de pêk tîne, dixwaze ku peyamekê bide gelê Bakur û Rojhilatê ey ku ew alîgerê şêniyên herêmê û berjewendiyên wan e. Lê rastiya wê newisa ye, gel dixapînin. Ev bêdengiyeke berî bahozekê çêdike. Rûsya li herêmê li ser du benan dilîze, QSD'ê bi aliyê xwe ve dikşîne, ji aliyekî din jî xwe ji Tirkiyeyê qut nake. Rûsya rast e garantor e li herêmê lê hewl dide ku Tirkiye; gefên xwe li dijî herêmê zêde bike. Ji ber ku ji aliyekî wê berjewendiyên Rûsya di hundirê gefên ku Tirkiyeyê de dide, heye. Yek ji van berjewendiyan jî ew e ku bihêle rejîma Sûriyeyê ji nû ve li ser lingên xwe bisekine li herêmê û QSD'ê lawaz bike, ev jî di riya tawîzan de. Rûsya bi qasî ku gorî berjewendiyên xwe tevdigere, hewla çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re nabîne."
“Daxuyaniyên ku Emerîka dide bi nakok in”
Gulîxan da zanîn ku daxuyaniyên ku Emerîkayê dide bi nakok e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di van çend meh ên dawî de êrîşên hewayî ku bi riya balafirên bê mirov ên dagirkeriya Tirkiyeyê, li dijî herêmê pêk tên, zêde bûne. Ji Qamişloyê bigre heya Til Temir û Kobanê û herî dawî malbata Gulo jî hatin hedefgirtin û 3 kes şehîd bûn. Emerîka ji vê êrîşa ku li dijî gel û şervanên me pêk tên, berpirsiyar e, ne tenê sûcê Tirkiyeyê Emerîka jî sûcdar e. Daxuyaniyên ku Emerîka der barê hevkariya xwe bi QSD'ê û kurdan re nîşan dide û ya ku li ser rûyê erdê tê jiyîn, pir bi nakok in. Ji ber divê ku yê daxuyanî dide, gorî wê tevbigere. Mînak êrîş çêdibin Emerîka xwe dike ku nedîtiye. Divê ku êdî li herêmê Emerîka rewşa xwe zelal bike. Emerîka dibêje ku ew hevkariya QSD'ê û piştgiriya MSD'ê dike lê dema ku mirov ji geşedanên ku li ser rûyê erdê û li herêmê tên jiyîn dinêre, dibîne ku hin xelekên winda hene."
“Rê û rêbazên parastinê yên jinan, ji berê xurtir in”
Gulîxan da xuyakirin ku gel êdî li gorî şerê gelê şoreşgerî tevdigere û roja îro ne wekî beriya du salan e û wiha pêl da gotinên xwe: "Em pişta xwe bi Emerîka û Rûsyayê germ nakin, berovajî wê em bi hêza xwe QSD'ê û gelê xwe yê berxwedêr xurt dibin. Mînak niha li gundên ku di xeta agir de gel êdî rê û rêbazên parastinê ava dikin. Dema gund tên topbarankirin gel dikevin nava eraziyan û paşê vedigerin malê. Hinek malbatan jî binerdek ji xwe re kolane û dema topbaranê, xwe û zarokên xwe têde diparêzin. Li aliyekî din jî jin li navçeyê xwe diparêzin û fêrî bikaranîna çekê dikin da ku ewlehiya gund û bajarê xwe biparêzin. Îro şervan û gel yek in, ji hev du venaqetin."
"Maf nayên dayin, tê standin"
Gulîxan bi gotina mînaka Şêx Maşûqê Xeznewî axaftina xwe bi dawî kir: "Gotineke pir bi nirx ê Şêx Maşûqê Xeznewî heye û di bîra me hemûyan de ye, dibêje: "Maf nayên dayîn, tên standin", em jî îro xwedî li wê gotinê derdikevin û wê pêk tînin. Ji bilî gelê me û şervanên me, wê tu kes herêmên me yên dagirkirî rizgar neke û li me venegerîne."